YPG`ê nasnameya du şehîdan aşkere kir

YPG`ê nasnameya du şervanên xwe ku li Qamişlo şehîd bûbûn, aşkere kir.

 YPG`ê nasnameya du şehîdan aşkere kir
 YPG`ê nasnameya du şehîdan aşkere kir
 YPG`ê nasnameya du şehîdan aşkere kir
30 tebax, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şehîdên aşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi dîroka 29’ê Tebaxê de li bajarê Qamişlo yê 2 rêhevalê me gihiştine şehadetê. Di derheqê şehadeta herdû rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;

Rêhevalê me Aram Kobanê ku li bajarê Qamişlo erk û peywirên xwe pêk di anî, di dîroka 29’ê Tebaxê de dema ku bi erkekî rabû li ser rêya di navbera Qamişlo-Amudê de di encama qezaya trafîkê de digihîje asta şehadetê. Nasnameya rêhevalê me ku gihiştiye şehadetê wiha ye;

Nasnav: Aram Kobanê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Derwîş

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 29’ê Tebaxê 2018’an

Dîsa rêhevalek me bi nasnav rêheval Rojava ku heman cîhê erka xwe pêk di anî, dema li ser karê xwe bû di dîroka 29’ê Tebaxê de di encama qrîza dil de tevlî karwanên şehîdan bû. Nasnameya rêhevalê me ku gihiştiye şehadetê wiha ye;

Nasnav: Rojava

Nav û Paşnav: Kazim Hec Yunis

Navê Dayikê: Sediya

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 29’ê Tebaxê 2018’an

Em rêhevalên me ku gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin ku heta em xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe pêk bînin, têkoşîna ku em bi biryardarî dimeşînin emê bigihînin serkeftinê.ʺ

(kc)