Şêniyên Çilaxa: Bi felsefeya Ocalan çanda jiyana hevbeş xurt bû

Welatiyên Ereb ên bajarokê Çilaxa têkildarî tecrîda ku hikumeta AKP'ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, nerazîbûnên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku nehêlin fikra demokrasiyê bigihîje hemû gelên herêmê. Pêkhateyan bang li dewleta Tirk kir ku rewşa Ocalan aşkera bikin.

Şêniyên Çilaxa: Bi felsefeya Ocalan çanda jiyana hevbeş xurt bû
30 tebax, 2018   09:12

RAPERÎN TEHLO - SEYDO ÎBO / QAMIŞLO

Hikumeta AKP'ê ji 2015'an ve tecrîdeke giran li ser rêberê neteweya damokratîk Abdullah Ocalan ferz kiriye. Hevdîtin bi malbat û parêzerên wî re qedexe dike û rewşa wî ya tenduristiyê aşkera nake.

Têkildarî mijarê hejmarek ji welatiyên pêkhateya Ereb ên bajarokê Çilaxa bi rêya ajansa me nerazîbûnên xwe anîn ziman û bang li rêxistinên mirovî kir ku mudaxele bikin û tecrîdê rawestînin.

Felsefeya neteweya demokratîk nûneriya hemû gelên Bakurê Sûriyeyê dike

Welatiyê bi navê Sirûr El-Şetî wiha got: "Felsefeya Rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk ji bo rê li ber belavkirina fikrên wî yên azad û demokrasiyê ji herêmê re bigire, tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike."

El-Şetî anî ziman ku ew ji pêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên der heqê Ocalan de di girtîgeha Îmraliyê de ecêb maye û wiha got: "Dîroka Tirkiyeyê tijî binpêkirin e.  Wê Efrîn dagir kir û niha der heqê gelê Efrînê de siyaseta pişaftinê bi kar tîne."

El-Şetî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo aşkerakirina rewşa tenduristiya Ocalan û serbestberdana wî zextê li dewleta Tirk bikin.

Bi saya fikrên Ocalan çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan xurt bû

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Feysal Salih tecrîda giran ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û wiha got: "Bi saya çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan ku bingehên fikra Ocalan e, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li dijî terora cîhanî sekinîn û tê koşiyan û her wiha projeyeke demokratîk ava kir."

Her wiha Salih têkiliyên xurt di navbera hemû pêkhateyên herêmê de destnîşan kir û wiha axivî: "Mînaka vê ya herî berbiçav kerwanên ku ji deverên cuda yên Bakurê Sûriyeyê ji bo piştgiriya şêniyan û berxwedana serdemê berê xwe dan Efrînê." Di dawiya axaftina xwe de Salih bêxîretiya rêxistinên navdewletî û yên têkildarî mafên mirovan şermezar kir û wiha got: "Ev bêxîretî nayê pejirandin."

Newaf El-Sayir yek ji rûspiyên Êla El-Cewalê ya bajarokê Çilaxa, binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku felsefeya Ocalan aştî û aramî di nav hemû pêkhateyan de pêk anî. Ev jî ne li gorî berjewendiya dewleta Tirk e, ji ber ku ew armanc dike aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike û gelên herêmê tepeser bike."

Her wiha El-Sayir bi navê êla xwe bang li dewleta Tirk kir ku tecrîdê rake.

Heta azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomînin

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Ibrahîm Salih Ewad destnîşan kir ku armanca tecrîdê, têkbirina projeya demokartîk e. Ewad binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de tawanbar kirin û wiha got: “Em wek ciwan ji bo azadiya Ocalan dê li ber xwe bidin.”

(şx-ew)

ANHA