ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.08.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.08.2018
29 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Her kes bi şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Xezeba Firatê de ya rizgarkirina Reqayê şehîd bûbû bandor bû. Lê bi navkirina qonaxa duyemîn a pêngavê bi navê Hemleya Şehîd Ednan Ebû Emced her kesî moral girt û bi awayekî xurt şer kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got şehîd Ednan Ebû Emced ku fermandariya giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir fermandarekî leşkerî yê cîwaz bû û mafê fermandariyê pêk dianî. Dewîş got ku ew di jiyana xwe ya leşkerî û sivîl de xwedî helwest bû û bi rihekî hevaltî tevdigeriya û ti carî ji qanûnê derneket.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di kongraya 3'yemîn a TEV-DEM`ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso weke hevserokên nû yên Desteya Rêveber ên TEV-DEM`ê hatin hilbijartin. Gelo herdu hevserok kî ne û çi kar kirine?(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Herêma Efrînê di mijara amadekirina rêbazên perwerdeya bi zimanê kurdî de, vekirina dibistanan û peymangehên wêjeya kurdî, her wiha bi damezirandina yekemîn zanîngeha kurdî, bûbû nimûne, lê ev herêm niha rastî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Berdevkê fermî yê buroya çapemeniya Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlibî diyar kir ku bajarê Idlibê bajarekî Sûrî ye û li gorî civînên Astana û Soçî dê radestî rêjîma Sûriyeyê were kirin û Tirkiye jî dê zextê li tabûrênçekdar ên parêzgeha Idlibê bike da ku ev mijar pêk were.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Parêzer û Endamê Komîteya Çavdêriya Mafên Mirovan û Serokê Komîteya Qanûnî yê Rêxistinê yê Kantona Efrînê Israfîl Bekîr, tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye bi binpêkirinek tund ji mafên pîroz ên girtiyan pênase kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên ciwan ên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku dewleta Tirk tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, bi vê tecrîdê dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Her wiha jinên ciwan tekez kirin ta azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Piştî çend salan, mehleca pembû ya li bajarê Hesekê jinûva hate sererastkirin, da ku berhemên îsal ên pembû pêşwaz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê xwestin ku rêya lezgin a ku giringtirin rêya di navbera gund û navçeyê de were serersatkirin. Şaredariya Gel jî got derfetên wan tune ye ku wê rêyê sererast bikin, ew ê daxwaza gel rabikin Desteya Şaredariyan û Rêveberiyên Herêmî da ku nîqaş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komeleya El-Sewsen a Tendûristiyê ya girêdayî Komîteya Tenduristî ya Meclisa Sivîl a Reqayê, rojane 190 nexweş derman dike û ji wan re derman bê pere pêşkeş dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Saziya Zêdekirina Tovan a Dêrîkê ji bo pêwazîkirina mewsima çandiniyê ya sala nû, 10 hezar ton tov amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dukan û pîşeya xwe ji mîrasa bavê xwe wergirt. Di çêkirina alavên kevin de dixebite. Ji dukana wî bihna dîrokeke kevnar û folklora wê ya bajarê Reqayê tê û piştrast dike ku nûjenbûn nikare bihna dîrokê têk bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ku di demên dawî de sala nû ya perwerdê bi dawî kir, ji bo sala nû ya perwerdê amadekariyan dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li herêma Serêkaniyê ya ku bi pembûyê xwe tê nasîn,  ji ber kêmbûna avê rêjeya çandina pembû kêm dibe . Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Serêkaniyê biryar da ku ji serê sedî 15 pembû bê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA