Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan

Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Bakurê Sûriyê li bajarê Girê Spî meşek lidar xistin.

Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin qadan
28 tebax, 2018   18:04

GIRÊ SPÎ

Bi dûrişmeyaʺBikeve kurjer ErdoganʺMeclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk meşek ji bo şermezarkirina dagirkiriya Tirkiyê li ser axa Bakurê Sûriyê lidar xist. Meşa ku çerxereya taxa Eyn  Arûs a başûrê bajarê Girê Spî destpê kir, gelek ciwan ji  herêmên Dêrazor, Reqa, Girê Spî, Sirîn û Kobanê, her wiha şandeyek ji ciwanên Şengalê tevî meşê bûn.

Meş li çerxereya El-Beldiye veguhrî mîtîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, ji rêveberên Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Yûsif El-Şemî, Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb, bi navê Tevgera Jinên Ciwan Elîsar Ehmed û ji rêveberên ciwanên Êzidî Barzan Şengalî axivin. Di axaftinan de, dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Bakurê Sûriyê hate şermezarkirin û hate tekezkirin ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe di her alî de, li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam bikin da ku dagirkeran ji hemû axa Sûriyê derxin.

Yûsif El-Şemrî di axaftina xwe de got Erdogan sedema sereke ya belavbûna terorê li Sûriyê û li herêmê ye û destek dida komên çete û teror û wiha pê de çû:ʺDi pêngava duyemîn a Serî Hilde em wekî ciwan em ê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam bikin û planên Erdogan li Sûriyê têk bibin.ʺ

Barzan Şengalî jî bang li ciwanên Sûriyê yên derve welat kir ku vegerin Sûriyê û bi ciwanên Sûriyê re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û liber xwe bidin. Şengalî  xwest ku ciwanên tevahiya Sûriyê û Şengalê bibin yek da ku li dijî polîtîkeyên faşîst rabin.

Hikmet Hebîbî jî got:ʺCiwan bingeha projeya demokratîk e. Bi saya berxwedana ciwanên me û fedekariya ku wan kir, me gelek destkeftî bidest xistin û herêmên xwe ji çeteyan rizgar kir. Em bi ciwanên xwe bawer in ku wê dagirkeriya Tirkiyê ji axa Bakurê Sûriyê biqewitîne û jiyan careke din li wan herêman zindî bibe.ʺ

Elîsar Ehmed ew di vê meşê de tecrîda li ser Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan jî şermezar dikin û got Erdogan nikare vîna ciwanên ku felsefeya Ocalan ji xwe re esas girtine, bişkîne.

Mîtîng bi dûrişmeya şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê û xwesetina azadiya Ocalan bi dawî bû.

(kc)

ANHA