Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1

Herêma Efrînê di mijara amadekirina rêbazên perwerdeya bi zimanê kurdî de, vekirina dibistanan û peymangehên wêjeya kurdî, her wiha bi damezirandina yekemîn zanîngeha kurdî, bûbû nimûne, lê ev herêm niha rastî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.

Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve -1
29 tebax, 2018   04:05

Zimanê kurdî, li hemberî polîtîkayên tirkkirina Efrînê

BASIL REŞÎD - SELAH ÎBO / ŞEHBA

Ev pêşketinên lezgîn ku wek pêngavên dîrokî dihatin nasîn, ji bo rizgarkirina takekes û civakê ji hişmendiya desthilatdariyê bû bingeheke girîng. Rêbazên perwerdeyê li Efrînê li ser rêgeza avakirina takekesên azad û demokrat hatin amadekirin, her wiha di çarçoveya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de, ji bo pêkhateya Ereb jî rêbazên taybet hatin amadekirin.

Ev rewşa li Efrînê li xweşa dijminên gelên Sûriyeyê û dijminên biratiya gelan nehat, lewma dagirkeriya Tirk di rojên destpêkê yên êrîşa li dijî Efrînê de, ku 20`ê Çileya 2018`an de dest pê kir, dibistan kirin armanc, bi vê kiryarê diyar kir ku ew ê hemû sazûmaniya çandî û ramyarî li kantonê biguhere.

38 dibistan hatin hilweşandin

Ji 318 dibistanên ku ji aliyê Desteya Perwerdeyê ya Efrînê ve dihatin birêvebirin, 38 dibistan hatin hilweşandin. Ev dibistanên li kantonê hemû ji aliyê rêveberiyê ve dihatin birêvebirin û nêzî 50 hezer şagirtên seretayî, amadeyî û navîn lê dixwend. Li gorî daneyên Desteya Pewerdeyê 3 hezar û 712 mamoste û erkdar li van dibistanan dixebitîn, her wiha bi dehan dibistnên taybet, baxên zarokan, peymangehên muzîk, huner û kompîturê jî hebûn û bi hezaran şagirtan lê dixwend.

Piştî êrîşan, ji bo parastina jiyana şagirtan demsala yekemîn a xwendinê li hemû dibistanan hate rawestandin, bi berdewamkirina topbaranê re dibistan nehatin vekirin.

Çima dagirkeran êrîşî dibistanan kir?

Êrîşên li dijî dibistanan bi awayekî rasterast û bi plan dihatin kirin, di roja yekemîn a êrîşê de 3 dibistan hatin bombebarankirin, bi tevahî ji ber êrîşên dewleta Tirk 38 dibistan hilweşiyan, ji wan dibistanan jî dibistanên Raco û Cindirêsê bûn. Desteya Perwerdeyê li dijî êrîşên artêşa Tirk li ser dibistanan, gilînameyek radestî rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya çand û perwerdeyê UNESCO`ê kir, lê gilînemeya wan hate paşguhkirin, di encamê de bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest da û nêzî 100 jî birîndar bûn û bi hezaran koçber bûn.

Li dijî şagirtên Kurd ên Efrînê kiryarên nîjadperest

Kiryar û hewldanên tirkkirina Efrînê bi van kiryaran jî sînordar nema, rêbazên perwerdeyê jî hatine guhertin. Li gorî agahiyan dagirkeriya Tirk zext li koalîsyona Sûriyeyê kiriye da ku zimanê tirkî li dibistanan bê xwendin, ev kiryar li herêmên dagirkirî yên mîna Cerablus, El-bab û Ezazê, her wiha li Efrînê derbasdar e. Niha li dibistanên Efrînê hefteyê 4 saetan zimanê Tirkî tê perwerdekirin, bi qasî agahiyên me ji hin şagirtan wergirtine.

Niha rewşa dibistanên Efrînê hatiye guhertin, şagirtin Kurd têne paşguhkirin, li şûna wan guh didin zarokên niştecihên ji derve yên ku ji Xûta, Hums û Idlibê hatine. Rêbazên perwerdeyê niha bi Erebî û Tirkî ne, dersên ola îslamê tên dayîn û piraniya mamosteyan ji niştecihan in.

Dibistan bûne baregehên leşkerî û navendên îşkenceyê

Li aliyê din artêşa Tirk û çeteyên wê gelek dibistan kirine baregehên leşkerî, ji wan dibistanan Emîr Xubarî ya li Meydana Azadî ku niha bûye baregeha îstixbarata Tirkiyeyê, her wiha dibistana Elesdîqa ya taybet bûye baregeheke ewlehiyê, dibistana Elkerama ya li pişt bazara gelêrî bûye navenda çeteyên Tirkiyeyê.

Li navçeya Şeran jî du dibistan, yek jê kirine zindan yek jî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk, li navçeya Şiyê jî dibistana gundê Şîtka kirine navenda revandin û îşkenceyê.

Li ser dîwarên dibistanan û yên zanîngeha Efrînê  jî nivîsên nîjadperest mîna “Efrîn erebî ye û dê bimîne erebî” hatine nivîsandin.

Tirkkirin, şovenîzm û xerabkirina mêjiyê zarokan

Mihemed Ebdê mamostayê zimanê kurdî û endamê Komîteya Perwerdeya Demokrtîk e, diyar kir ku dagirkeriya Tirk her tişt hilweşandiye û wiha got: “Lê herî zêde çavkaniyên zanistê armanc girtin, ev nîşaneya wê ye ku dagirkeriya Tirk bi heman hişmendiya Osmaniyan tev digere û hemû kesên dijber tune dike.”

Ebdê got ku dagirkeriya Tirk rêbazên perwerdeyê diguhere û çanda Tirkî li Efrînê belav dike û wiha pê de çû: “Di dema vekirina dibistanan de li Efrînê alên Tirkiyeyê hildan û bi dehan alên Tirkiyeyê xistin destên zarokan. Dixwazin bingeha tirkkirina civakê ava bikin, eger Efrîn neyê rizgarkirin dê bê tirkkirin.”

Mamoste Mihemed Ebdê da zanîn ku tirkkirin yek ji rêbazên dewleta Tirk e, ev hişmendiya nîjadperest ji dema Osmaniyan hatiye, her dem Osmaniyan herêmên di bin dagirkeriya xwe de tirk kirine, ev tişt li Kurdistanê li dijî Kurdan û Ermeniyan jî kir.

Her wiha gelek wêne û dîmenên tirkkirinê derketin, di hin wêneyan de leşkerên Tirk û hin zarokên gundên Efrînê sembola gurê boz (sembola nîjadperestên Tirk) hildane, her wiha di hin dîmenan de xuya dike mamosteyê niştecih bi darê zorê zarokên Efrînê tev li meşan û çalakiyan dikin da ku ramanên wan biguherin û wan ji rastiya wan dûr bixin.

Zarokên Efrînê li Şehbayê bi zimanê xwe perwerde dibin

Tevî rewşa koçberiyê jî zarokên Efrînê zimanê xwe yê dayikê û rêbazên ku nirxên biratiya gelan nîşan didin, dixwînin. Xwe bi zanebûnê bi pêş dixin da ku vegerin Efrînê û dibistanên xwe yên hilweşiyayî ava bikin. Komîteya Perwerdeyê bi dehan dibistan li herêma Şehbayê vekirin, ezmûnên dibistanên seretayî bi dawî bûn, niha amadekarî tê kirin ku ezmûnên dibistanên navîn bêne çêkirin da ku xwendekar karibin li zanîngehên Ferat û Cizîrê xwendina xwe dewam bikin.

Hin zanyarî der barê xwendina navîn û bilind de li Efrînê

Beriya dagirkeriya dewleta Tirk, li Efrînê yekemîn peymangeh û zanîngeh hate avakirin, bi zimanê Kurdî û Erebî, ev bû destpêk û bingeha amadekirina mamostayên pispor. Peymangeha Viyan Amara sala 2014`an li navenda bajarê Efrînê hate damezirandin, di bin siya wê de 11 peymangehên amadekirina mamosteyan hebûn, 82 mamosteyên pispor perwerde dida û nêzî 500 şagirtan lê dixwend. Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de hin xwendekar li gundê lê bûn jiyana xwe ji dest da, hin birîndar bûn. Piştî dagirkirina Efrînê jî tiştên peymangehê hemû hatin dizîn, her wiha gund û bajarok jî hatin talankirin.

Zanîngeha Efrînê

Di Tebaxa sala 2015`an de bi alîkariya çend mamostayan û piştgiriya Rêveberiya Xweser, Zanîngeha Efrînê hate damezirandin, li zanîngehê şagirtên ku xwendina xwe li zanîngehên Sûriyeyê bi dawî nekiribûn, dixwendin û xwendina xwe bi dawî kirin.

Beriya dagirkeriya dewleta Tirk 6 fakulteyên zanîngehê hebûn, bib (bijîşkî), endezyariya kehromîkanîk, ragihandin, aborî, çandinî û wêjeya kurdî. 51 mamostayên pispor perwerde dida, her wiha nêzî 20 erkdarên din jî lê dixebitîn. Hejmara xwendekaran gihaşte 469 xwendekaran, di pirtûkxaneya zanîngehê de nêzî 3 hezar û 150 pirtûk peyda dibûn, her wiha laboratuar û alavên fêrbûnê û nêzî 50 kompîturan jî hebûn.

Bi destpêkirina êrîşan re, ji ber şer û bombebaranê xwendin li zanîngehê hate rawestandin. Piştî dagirkirina Efrînê hemû alavên zanîngehê hatin dizîn û xerabkirin, avahiya zanîngehê jî niha bûye navenda binçavkirina kesên hatine revandin û navenda îşkenceyê.

Hin mamoste û şagirtên zanîngehê hatine revandin, di nav de serokê zanîgehê Dr. Ebdilmecîd Şêxo yê 67 salî jî heye.

(k)

ANHA