ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2018
22 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Bi wesîleya Cejna Qurbanê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û TEV-DEM‘ê li kantona Kobanê malbatên şehîdan ziyaret dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê dayika Edla Mûrad ber bi goristana bajaroak Ebû Rasên ve oxir dikin. (BI WÊNE ÛDÎMEN).

- Malbatên Efrînî yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê bi cih bûn, ji gundên kavilkirî jiyaneke nû afirandin, dibêjiin têkoşîna wan wê berdewam be ta hêzên dagirker ji Efrînê derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji kesên ku 65 rojan di girtîgeha dewleta Tirk a dagirker li Raîyê de ma, qala detayên hovîtiya ku çete li dijî girtiyên sivîl pêk di anîn dik. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê êla El-Cibûr Fewaz El-Zobai tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku armanca tecrîdê belavbûna fikirê wê asteg bike. Fewaz El-Zobai got, hewldanên têkibirina fikirê Ocalan têk çû, ji ber ku hemû gel xwedî li firkê wî derketine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê, siyasetmendar Şewket Berazî diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku bi destê çeteyan axa Sûriyeyê parçe bike, li beranberî vê jî projeya MSD’ê parastina mafên hemû gelên Sûriyeyê ye, divê MSD di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de cih bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hêviya Reca Ebdulrehîm ew bû ku di qadaên lihevanînê de bixebite da ku hezikirin û aşîtiyê di civakê de belav bike. Lê kiryarên çeteyan li pêşiya pêkanîna hêviyên wê dibû asteng. Piştî rizgarkirina herêmê Heca cihê xwe di nava Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jinê de digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Şêxmeqsûdê ji nû ve geş dibe. Ji bo çalakkirina navendê û vejandina çanda kurdî, navendê gelek beş vekirin û gelek dewreyên perwerdeyê vedike.. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Navenda Tendurisityê ya li kampa Erîşa ya koçberan a dikeve başûrê bajarê Hesekê rojane derdora 350 nexweşî pêşwazî dike, piraniya nexweşan jî ji ber germê nexweş ketin. Navend jî derferên heyî nexweşan derman dike. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demên dawî de li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê pirsgirêka buhabûna kiriya xaniyan derketiye, ku li beramberî salên borî ji sedî gihiştiye 50. Rêveberên Beşê Teknîkî yê Şaredariya Gel diyar kirin ku heke welatî gilî nekin ew nikarin mudaxeleyê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di pêvajoya Şoreşa Rojava de akademiyên zanistî û perwerdeyan ku roleke pir mezin di pêşxistina fikira civakê li ser hîmê Netewa Demokratîk de lîstin, hatin vekirin. Ji Akademiya Civaka Demokratîk a Taxa Şêxmeqûs a Helebê jî bi sedan perwerdêr mezûn bûn. Hevserokê akademiyê Ehmed Cafer dibêje, "Akademiyên bîrdozî, zanist û çand e, bi akademiyan şoreş bi ser dikevin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwedîkirina hespên esîl ku dema rêjîmê û dagirkirina komên çete de li herêma hatibû paşguhkirin, careke din zindî dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi destpêka Şoreşa Rojava re Yekitiya Koperatîfan li herêma Cizîrê bi armanca pêşxistina aboriya komînal û peydarkirina derfetên kar, her wiha ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û rêgirtina li ber keysbaziyê hate damezrandin. Li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê 21 koperatîf di bin banê Yekitiya Koperatîfan a herêma Cizîrê de dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA