‘Hemû gel xwedî li ramanê Ocalan derdikevin‘

Şêxê êla El-Cibûr Fewaz El-Zobai tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku armanca tecrîdê belavbûna fikirê wê asteg bike. Fewaz El-Zobai got, hewldanên têkibirina fikirê Ocalan têk çû, ji ber ku hemû gel xwedî li firkê wî derketine.

‘Hemû gel xwedî li ramanê Ocalan derdikevin‘
22 tebax, 2018   04:20

NESRÎN EL-ELÎ / HESEKÊ

Gavên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê têne avêtin û serkeftinên ku têne bidestxistin, her wiha hevgirtina hemû gelan di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de berhemên fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di heman demê de ku felsefeye Ocalan li her deverê belav dibe de, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li ser wê feriz kiriye, destur nade malbat û parêzeran ku hevdîtinan bi Ocalan re bikin, li aliyekî din de jî hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku projeya li Bakurê Sûriyeyê hatiye pêkanîn têk bibe.

Fewaz El-Zobai yek ji şêxên êla El-Cibûr li bajarê Hesekê ye derbarê mijara tecrîdê de ji ajansa me re axivî.

El-Zobai anî ziman ku binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê Ocalan de li dijî qanûnên navdewletî û pîvanên baweriya Islamê ne û got, "Erdogan banga Islamê dike, lê tecrîda ku niha li ser Ocalan feriz kirin di ola Islamê de nayê qebûlkirin. Em ji dibêjin ku Erdogan dijminê demokrasiyê û baweriya Islamê ye."

Fewaz El-Zoabi bal kişand ku dewleta Tirk ji projeya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê hatiye rûnştandin ditirse, ev tecrube berhemên ramanê Ocalan e, ji lewra Tirkiyê tecrîdeke girankirî li ser wî feriz kiriye.

El-Zobai her wiha diyar kir ku dê armancên dewleta Tirk ne gihêjin serî û wiha bi lêv kir, "Hemû gelên herêmê xwedî li fikirê Ocalan derketiye û ji ramanê wî vedixwe, ji ber ku Ocalan banga aşîtî û azadiya gelan dike, gelên bindest û mezlûm diparêze."

Şêxê êla El-Cibûr got, "Dibe ku em bi çek li hemerî Tirkiyê bi sernekevin, lê em dikiarî bi ramanê Ocalan şerê wan bike, Ocalan yek ji manêfestoyên herî mezin di Rojhilata Navîn de ye, ne tenê rêberê kurdan e,  rêberê hemû gelên azadîxwaz e."

Şêxê êla El-Cibûr Fewaz El-Zobai di dawiya axaftina xwe de, bang li hiqûqa mafê mirovan kir ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan hatiye ferizkirin, bê helwest nemînin û got ku bêdengiya wan wateya hevkariya wan bi Tirkiyê re diyar dike.

(bb)

ANHA