Di girtîgeha Raî de..rêbazên herî qirêj ên êşkencekirinê

Yek ji kesên ku 65 rojan di girtîgeha dewleta Tirk a dagirker li Raîyê de ma, qala detayên hovîtiya ku çete li dijî girtiyên sivîl pêk di anîn dik.

Di girtîgeha Raî de..rêbazên herî qirêj ên êşkencekirinê
Di girtîgeha Raî de..rêbazên herî qirêj ên êşkencekirinê
Di girtîgeha Raî de..rêbazên herî qirêj ên êşkencekirinê
22 tebax, 2018   05:15

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Welatiyê bi navê (X.M) ji Efrînê ye ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve hatî revandin û 65 rojan di girtîgeha Raî ya herêma Ezazê de man. (X.M) diyar kir ku di girtîgehê de jin û zilamên Efrînê hene rastî êşkenceyê herî hovane tên.

(X.M) di destpêkê de, behsa roja ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatî revandin dike û wiha parve dike, "Ji ber hovîtiya dagirkeran jiyan li Efrînê nema tê tehemulkirin, em 27 kes bûn, me biryar da ku ji Efrînê derkevin, em newêrîbûn di bendên kontrolê yên çeteyan re derbas bibe, lê me riyek din peyda kir û em derketin, dewriyeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi me hisiyan û li me rast hat, çeteyan em xistin cemberê û çek rastî me kirin, destê me girandin û kîs xistin sere me da ku em nas nekin ka wê bibin kuderê û em li erebeyê siwar kirin û em derketin."

(X.M) destnîşan kir ku di erebeyan de dikira bifetiysan ji ber kîsên ku xistibûn serê wan û got, "Yek ji me hema wextî fetisya ba, dema gazî kir ku kîs ji sere wî were dersitin, çeteya li serî wî xistin û ew lêdan û heqaret kirin, ta em gihiştin girtîgehê."

(X.M) serpêkhateya xwe wiha didomîne, "Em bi awayekî hovana ji erebeyê derxistin û em lêdan kirin, em hemû xistin girtîgeheke dirêjahî 3 mîtir û ferehiya 2 mîtreyan , paşê kîs ji serê me derxistin lê destê me qeydkirin man, di girtîgehê de yek betanî hebû, derengî şevê xwarin ji me re anîn, me ji wan xwest destê me vekin, heqaret li me kirin. Piştî dû rojan em birin cihekî din û destê me vekirin. Li virî jî cîroka din a êşkence û heqaretê dest pê kir."

M.X di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku di dema lêpirsînê de çeteyan bi awayekî hovane ew êşkence dikirin, piştî ew diwestandin  dîsa vedigerandin girtîgehê û wiha domand, "Dema gazî navê min kirin, ez nêzî wan bûn, çavê min girtin û min avêtin erdê û bi pêhnan li min dan, bi kehrebe, xertûm û daran êşkence li min kirin, min kir hawar ta li ser hêşê xwe çûm û ketim, 12 rojan ez bê hal bûm."

(X.M) şahidê yek ji binêkirinên herî qirêj ku bi "wijdanê mirovahiyê qebûl nake" pênase kir dibêje, û diyar kir ku di girtîgehê de cetayan guhê girtiyekî bi penseyan jê kirin.

Dîsan jî ji rêbazên êşkenceyan li gel çeteyan li gorî (X.M); çeteyan çavên girtiyan digirtin û ji dixwestin ku li girtîgehê de bazdin, ew jî bi kabil û xertûman li girtiyan dide, heya ku girtî diketin, dîsa jî ew bi awayekî wehşî lêdan dikirin, girtî jî ku çavên wan girtî bû, lê dîwaran diqelibîn û pir diêşiya.

Welatiyê (X.M) tekez kir ku di girtîgehê de dengê hawara jinan dihat ku dihatin êşkecekirin.

(X.M) destnîşan kir ku ew 65 rojan di girtîgehê de man, rastî her cure êşkence û heqaretê hat, bêyî suc û sedem û anî ziman ku rojeke beriya were berdan, fermandarekî Tirk lêpirsîn jê kir, roja din jî, çeteyan ew birin cihekî vala û jê re gotin ku ew ê were kuştin, 30 gule li ber guhê wî berdan, paşê ew berdan, herî dawî dikarî xwe bighîne  kantona Şehbayê û hevalên wî di girtîgehê de man.

(bb)

ANHA