Hediye Yûsif: Dagirkeriya Tirk ji projeyên demokratîk û şehîdan ditirse

Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif got dagirkeriya Tirkiyeyê ji projeyên demokratîk û şehîdan ditirse, ji ber vê yekê goristanên şehîdan li Efrînê dirûxîne û ev yek jî li dijî mafê mirovan e.

21 tebax, 2018   09:22

ŞEHBA

Bi boneya cejna Qurbanê ku îro roja xwe ya yekemîn e, malbatên şehîdan, şêniyên kantona Efrînê û herêma Şehbayê û endamên saziyên civaka sivîl û hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif, serdama Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê kir.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xelîl Ehmed axivî û cejna qurbanê li hemû malbatên şehîdan pîroz kir û got şoreş û xebata wan didome ta rizgarkirina Efrînê.

Hediye Yûsif bi vê boneyê ev tişt anîn ziman: ʺŞehîdan ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Cejn bi aramî û kêfxweşiya di navbera mirovan de ye û çênabe xwîn were rijandin. Lê îro em dibînin li Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê tiştên nemirovî wekî kuştin û revandin li dijî sivîlan pêk tîne. Lê kiryarên wisa îradeya me naşikînin û ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîna me dewam dike.ʺ

Hediye di dawiya axaftina xwe de ev tişt got :ʺDagirkeriya Tirkiyeyê ji projeyên demokrtîk û şehîdan ditirse, ji ber vê yekê jî goristanên şehîdan ên li Efrînê wekî Goristana Şehîd Avesta Xabûr dirûxine, ev yek jî  li dijî mafên mirovan e.ʺ

Di dawiyê de, gel dûrişmên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(kc)

ANHA