Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye

Bermahiyên petrolê ji çavkaniyên herî zêde ye ku li çemê El-Rimêlê li bajarokê Ceza belav bûye û bandoreke neyînê li çem dike. Bandoreke bi jehr li ser şênî, sewal, ax û avên bîran li herêmên ku çem tê re derbas dibe, dike.

Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî qirêjkirina avî li Herêma Cizîrê ye
21 tebax, 2018   09:14

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Çemê El-Rimêlê yê ku bi navê çemê El-Ihêmer tê naskirin ji lehiyên û ava baranê ku di zivistanê de dibarin çêdibe. Di robar de ava baranan kom dibin û ji bakurê ber bi başûr ve diherike. Her wiha di gundên bajarokê Ceza ê navçeya Til Hemîsê derbas dibe û li ber çemê Xabûr li herêma Hesekê bi dawî dibe.

Ji ber xebatên derxistina petrol ji bîrên li başûrê navçeya Girkê Legê û bi taybet dema jihevdukirina av û zêtê, bermahiyên bîrên petrolê derbasî çemê El-Ihêmer dibin. Ji ber wê ava çemê qirêj dibe.

Ji girtekên ku ji bo rê li ber bandorên çemê yên neyînî bê girtin, divê yan robara çemê ji dûrî avahiyan bê guhertin yan jî ji binê erdê re bê hinartin.

Welatiyê bi navê Ebas El-Nasir ji şêniyên bajarokê Cezayê ye wiha got: "Ji ber gemarbûna çemê gelek pirsgirêk derketin holê û bihna genî jê dertê. Her wiha ji ber wê sawalên ku li ser her du aliyên çemê diçêrin zirar dibînin."

Ebas diyar kir ku ji ber qirêjbûna çemê ava çemê şor dibe û ziyanê dighîne pire û bîrên bajarokê û ava vexwarinê girêj dike û wiha got: "Ji ber ku ava çemê derbasî ava bîran bûye, her çi qas em bîran dikolin, ji bo vexwarinê ne guncew in."

Çemê El-Ihêmer li ser şêniyan xeter e

Welatiyê bi navê Zayid El-Mitlag ji aliyên têkildar xwest ku vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha domand: "Çemê El-Ihêmer li ser şêniyan xeter e. Gelek nexweşiyên mirov û sawalan hildigire. Zarok dema bi avê çemê dilîzin alerjî dibin." Her wiha El-Mitlag destnîşan kir ku ne tenê bajarokê Ceza ji ber vê pirsgirêkê bi gazinc e, lê belê bi dehan gund jî mîna Cezayê ne.

Cîgerê Hevserokatiya Şaredariya Gel a bajarokê Cezayê Berzan Ewad got: "Çemê El-Ihêmer ji çavkaniyên herî genî li bajarokê Cezayê ye. Şêniyên ji ber vê diyardeyê giliyên xwe gihandin me."

Ewad wiha domand: "Ji bo rê li ber vê diyardeyê bê girtin me girtekên pêwîst girtin, lê têrê nekir.  Ji bo kêmkirina kêzikên bizirar me derman reşand û aşleyên pêwîst peyda kir."

Her wiha Ewad nekarîbûnên xwe ji bo rê li ber vê diyardeyê bigirin destnîşan kir û bang li aliyên têkildar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

 (şx)

ANHA