Ji ber kêmasiya dermanan nexweşî belav dibin

Hevya Sor a Kurd li Şehbayê ji ber kêmasiya hin cure dermanan zehmetiyan dikişîne, lew re dibe sedem ku nexweşî belav bibin. Rayedarên Hevya Sor xwest di zûtirîn demê de alîkarî ji wan re were şandin.

Ji ber kêmasiya dermanan nexweşî belav dibin
21 tebax, 2018   09:54

BASIL REŞÎD - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, şênî neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê di nav kêmderfetan de ji hemû aliyan ve û bi taybet ji aliyê tenduristiyê ve bi cih bûn.

Heyva Sor a Kurd piştî dagirkirina Efrînê xebatên xwe li kantona Şehbayê berdewam kirin lê di aliyê kêmbûna hin cure dermanan de zehmetiyan dikişîne.

Li kampên Serdem û Berxwedan jî ku bi hezaran malbatên Efrînê lê bi cih bûne, bi sedema derfetên kêm bi taybet pêwîstiyên tenduristiyê bê zar in. Nemaze nexweşiyên mîna îltîhaba kezebê û sorik belav bûne.

Heyva Sor a Kurd jî li gorî derfetên di destê xwe de alîkariyan pêşkêş dike. Lê gelek cure derman li gel wê peyda nabin, ji lew re şênî neçar dimînin ji Helebê bînin.

Girêdayî mijarê endamê Heyva Sor a Kurd Reşîd Reşo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji ber kêmbûna dermanên zerika A, E û nexweşiya sorik zehmetiyan dikişînin. Her wiha diyar kir ku ji bo van nexweşiyan derman bikin, pêwîstiya wan bi dermanan heye. Reşo bang li hemû rêxistinan kir da ku dermanan ji wan re bişînin û destîşan kir ku wan gelek caran alîkarî xwestine lê heya niha bersiv nehatiya dayîn.

(şx/ew)

ANHA