ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2018
17 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Akademiya şehîd Lorens Eyn Îsa ya QSD‘ê dewreyek din a perwerdeyê bi dawî dike. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji zarokatiya xwe ve ji azadiya hez kir bi doza gelê xwe bawer bû, di gelek deverên Sûriyeyê berxwedanî kir û gelek hevalên xwe winda kir, tevî birînda xwe têkoşîna xwe neda sekinandin û bû yek ji sembolên berxwedanê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê de ji bo pêşwazkirina sala perwerdê ya nû, hezar û 800 mamosteyan di ezmûnekê re hatin desbas kirin. Mamosteyan beriya 2 mehan tev li dewreyên perwerdeyê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Kawa Fatimê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî qanûnên navdewletî ne û rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî ji bo berjewendiyên xwe  bêdeng in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pêkhateyên Serêkaniyê diyar kir ku ev 7 sal e di bin banê Rêveberiya Xweser de, hemû beşên civakê dest daye hev, di rêveberiyeke hevpar de xwe bi rê ve dibin, Rêveberiya Xweser hemû beşên civakê temsîl dike, eger pêşerojek ji bo gelên Sûriyeyê bên avakirin, divê destûrek wekî ya Rêveberiya Xweser demokratîk be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êzidiyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo anîn ziman ku Heyder El-Ebadî di qetilkirina gelê Iraqê de şirîkê Erdogan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebduleselam Ehemd diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava di nava çend salan  di aliyê siyasî û leşkerî de xwe de îsbat kir û di mijara çareserkirina aloziyê Sûriyeyê de nabe rola wê paşguhkirin. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya herêma Cizîrê Salih El-Zobei diyar kir ne navendîbûyîn rêbazê herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û hêvê kir ku civînên çareserkirina aloziyê encamp bibigre û hemû alî beşdar bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Azadî û Demkrasiyê ya Êzidî Umer Salih diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê nameyek e, naveroka wê ev e:" Em nahêlin gelê Êzidî azadî û mafên xwe bi dest bixe û xwe bi xwe bi rêve bibe." Umer her wiha bêdengiya hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê weke xiyanetek dîrokî li hember gelê Irqaê hesiband. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevan Ibrahîm Bereket got:" Divê çapemeniya kurdî binpêkirinên dagirkera Tirk ên li ser Başûrê kurdistanê bişopîne û ragihîne û her wiha di pêngava bê de roleke mezin bilîze. Divê raya giştî ya hundirîn kom bike, rastiya destwerdanê û timayên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û dijminahiya dîrokî ya Tirkiyeyê bi mafên gelê Kurd re teşhîr bike."  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongeriya 7‘emîn a Kongreya Star li ser asta Rojava-Bakurê Sûriyeyê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Desteya Ciwan û Wezîrê ya Kantona Cizîrê maça Kupa Suber a fotbolê ya jinan di navbera Tîma Qamişlo û Tîma Amûdê organîze dike. Saet 10:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê diyar kir ku hemû xebatên sala perwerdeyê ya pêş bi dawî bû û destnîşan kir ku meteryanlên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê derbasî asta amadehî jî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Kampa Şehbayê zêdetirî 100 malbat lê jiya dikin. Tu rêxistinek navneteweyî serdana vê kampê nekirine. Di nav bêçariya rêveberiya kampê de, kêmasiyan di peydakirina xwarinên zarokan de û pêşkeşkirina alîkariya tendrûstiyê dikşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA