Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû

Çalakiyên konvendanê yên ciwanên Rojava – Bakurê Sûriyeyê li ber deriyê Sêmalkayê bi daxuyanî bi dawî bû.

Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû
Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû
Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû
Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû
Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû
Çalakiyên konvedanê yên ciwanan li deriyê Sêmalkayê bi dawî bû
17 tebax, 2018   05:07

QAMIŞLO

Rêxistinên ciwanan ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê 24‘ê Tîrmehê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha şermezkrina nêzîkatiyên PDK‘ê ku destûr neda ciwanan ku derbasî Başûr bidin û pişgiriya çalakiyên ciwanan bikin, çalakiyên konvedanê li deriyê Sêmalkayê organîze kirin.

Çalakî duh bi dawî bû, bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyên siyasî serdana çalakgeran kir û piştgiriya xwe ya bi çalakiyê re anîn ziman.

Çalakî bi turaneke leşkerî ji aliyê endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava ve dest pê kir.

Endamê Koordînasyona YCR‘ê Akif Mustefa axivî û êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, êrîşa dawî ya li ser Şengalê û bêdengiya PDK‘ê şermezar kirn.

Mustefa anî ziman ku PDK‘ê dijminahiya xwe ya ji bo Şoreşa Rojava diyar kir û wekî mîkrobekî di bedena gelê Kurd wesif kir.

Mustefa bang li rêxistinên Kurdî kir Kongreya Netewî ya Kurdistanê bêyî beşdarkirina PDK‘ê li dar bixin û got, "PDK‘ê xeta îxanetê temsîl dike."

Koma Botan a girêdayî Tevgera Çand û Huner stranên şoreşgerî gotin beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.

Axaftina dawî ya çalakiyê ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Jina Ciwan Şehnaz Zagros ve ahte kirin.

Şehnaz got,"Wekî ciwan em êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK‘ê şermezar dikin."

Şehnaz destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe bi rihê Berxwedana Serdemê bi dawî bikin û xeta şehîdan berdwam bikin.

Çalakî bi dirûşemayan bi dawî bû.

ANHA