Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e

Ji zarokatiya xwe ve ji azadiya hez kir bi doza gelê xwe bawer bû, di gelek deverên Sûriyeyê berxwedanî kir û gelek hevalên xwe winda kir, tevî birînda xwe têkoşîna xwe neda sekinandin û bû yek ji sembolên berxwedanê bû.

Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
Ji mînakên fedekariyê..têkoşer Botan Tirkuman e
17 tebax, 2018   04:20

ŞERÎF EL-ABO – ŞIRÎN EL-HAFIZ / MINBIC

Mîna bi sedan çîrokên şehîdan, ku di nav xwe de aliyek ji biratiya gelan, têkoşîna azadiyê û jiyaneke bi rûmet dihewîne, têkoşer Botan Tirkuman e.

18‘ê Tebaxê salvegera duyemîn a şehadeta Botan Tirkuman e ku yek ji fermandarên leşkerî yên ku cihê xwe di çeperên şer ên li Bakurê Sûriyeyê li dijî komên çete, ji Pêngava Rizgakirina Minbic bû.

Elî Selahedîn Bîş Elo, bi nasnav Elî Tirkuman sala 1993‘an li gundê Şawa yê 30 km dikeve bakurê bajarê Babê çavê xwe li dunê vekir. Malbata Elî ku ji 5 bira, 6 xwişkan, dê û av pêk dihat, Elî ê sêyemîn di malbatê de ye, jiyana malbatê  mîna jiyana her gundiyekê li ser çandinî û xwedîkirina sewalan xwe xwedî dikir. Elî xwedî cihekî taybet di malbatê de hebû ji dilnizmiya xwe dihat naskirin.

Bavê Elî li ser têkiliyên Elî di malbatê de dibêje, "Elî ji malbatê hez dikir, dema min hembêz dikir û min maç dikir, ez aciz dibûm, alîkariya xwişk û birayên xwe di karê male de dikir. Herî zêde ji dayika xwe hez dikin. Ne ji we kesên ku ji pere an jî xweşiya jiyanê hez dikirin bû.

Elî xwendina xwe ya seretayî û navîn li gundê Şawa qedand. Ji ber ku dibistanên amadehî li gund tunebûn, berê xwe dide bajarê Helebê û li dibistanên taxa Huluk dixwîne, di wê demê de birayên wî yên ji mezintir kar pîşeyî dikirin. Elî bakaloriya bi dawî dibe û bi destpêka aloziya Sûriyeyê xwe dev jî xwendinê berdide.

Malbata Elî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û fikirê Ocalan di sala 1885‘an de nas dike, ji ber vê yekê ji ser fikrê wê xwedî dibe.

Elî Tirkuman sala 2012‘an bi riya hin hevalên xwe yên di Cebhet El-Ekrad de tev li Cebhet El-Ekrad dibe û perwerdeyên xwe yên destpêkê li gundê Şawa dibîne. Piştî tevlêbûnê navê Botan li xwe dike, diçe Efrînê jî du mehan li wir perwerde dibîne, di mehan salê de li eniya taxa Şêxmeqsûd de cihê xwe girt.

Sala 2013‘an beşdarî şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk li bendava Şehbayê dibe. Li vir jî bi hevalên xwe re têne dorpêçkirin û bi sivikî birîndar dibe. Piştî ku birîndar dibe wê dibin mala wî ya li gundê Şawayê, di wê demê de gundê wî di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewlet Tirk de ye, Bavê Botan wî dişîne Bakurê Kurdistanê li gel birayê wî Derwîş ê ku ji rêjîmê vekişiya, da ku li wir were dermankirin.

Botan piştî ku 6 meha li Bakur Kurdistanê dimîne, vedikgere Rojava û têkoşîna xwe li Efrînê didomîne. Di sala 2014‘an de li Til Rifetê ji aliyê çeteyan tê girtin. Di girîgehê çeteyan de 8 mehan dimîne û di encama guheretina dîlan bi çeteyên Cebhet El-Nusra re serbest tê berdan.

Birayê wî Derwîş dibêje, "Ji ber birîna wî bavê min ew şand Bakurê Kurdistanê, li gel min dima, rojekê sibehê ji hişiyar bû, min ew nedît, herî dawî me bihîst ku vegeriyaya Efrînê."

Yek ji Fermandaêrn Meclisa Leşkerî ya Babê

Botan, beşdarî gelek eniyên rizgarkirinê bû, jê taxa Şêxmeqsûd, Hol, Şedadê, Sirîn, Eyn Îsa, Bendava Şehba, Bendava Tişrîn û Pêngava Rizgarkirina Minbic û gundewarên wê. Rojek beriya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê Meclisa Leşkerî ya Babê hate ragihandin, Botan yek ji fermandarên meclisê hate agahdarkirin. Di nava meclisa babe de jî ked da û wekî şervan û fermandar cihê xwe de gelek eniyan de girt.

Botan bi lehengbûna xwe dihat naskirin, wekî ku hevalên wî dibêjin, di şerê Bendava Şehbayê de dema ku hatin dorpêçkirin de hin hevalên wî çûn da ku wan rizgar bike,  destpêkê ji Botan re xwestin ku derkeve, lê Botan bi gotine, "An em bi hev re derkevin an jî em bi hev re bimirin" qebûl nekirin beriya hevalên xwe were rizgarkirin.

Hevalên wî helwestên wî yên lehengiyê bi bîr tînin ji wan; Li Bendava Tişrînê tirêkseke ji 4 bermîlên teqemeniyê bi aliyê hin şervanan ve çû, şervan hatibûn dorpêçkirin, alîkarî ji Botan xwestin, Botan yek ser berê xwe da cihên hevalên xwe û got, "Çarenûsa me yek, xaka ku me rizgar kiriye em bernadin, berdêl çi be jî."

Hevalên Botan wiha didomînin, "Heval Botan yek ji lehengên bajarê Babê ye, her tim şîret li me dikir, digot, divê em tevahî Sûriyeyê ji çeteyan rizgar bikin. Ewqas mutewazin bû, me hîs nedikir ku fermandar e. Wekî birayê me bû."

Şehadet

Di 14‘ê Sibatê de şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Mehreq amadekariyên rizgarkirina gundê Xarûfiyê dikir, Botan jî her pilana şer ji wan re şîrove dikir û moralê şervanan bilind dikir.

Roja 18‘ê Tebaxa 2016‘an, seaet derdora 10:00‘an de Botan sîyalên destpêkê yên şerê dida şervanan erebeyekê ber bi aliyên wan ve 20 mîteyan nêzî avahiyan wan xwe teqand. Di encamê de Botan birîndar dibe. Şervanan ew rakirin nexweşxaneyê. Beriya ku bigêje nexweşxaneyê şehîd bû. Axaftina wî ya dawî li gorî hevalên wî bi bîr tînin, "Welatê we, welatê we, xeta min bişopînin ta welatê wê ji zulmê rizgar bibe"

Têkildarî şehadeta wî bavê wî dibêje, "Kurê min derwîş ji Tirkiyê bi min re axivî, got me bihîst Botan birîndar bûye. Wê demê gundê me di bin dagiriya çeteyên DAIŞ‘ê de bû. Piştî saetek din Derwîş dîsa telefon kir û got şehîd bûye. Min jî got ji bo welat e, lê min agahiyên şehadeta wî  belav nekir, ji bo taziyê min derveyî male xelk pêşwaz kirin, ji tirsa DAIŞ‘ê. Piştî 4 mehan me ji gund derketin  û çûn Minbicê, min nû biryar da ku ji malbatê re bêjim."

Li Minbicê jî kurê min ê biçûk Mihemed beşdarî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû.

Bavê şehîd Botan, Selahedîn dibêje, "Ji gudên Til Xezal telefon kir, dibêje, Yabo em Şawa naxwazin em welat û ewlekariya wê dixwazin. Em ê biçin hemleyê ta bajarê Babê û Minbicê. Her wiha got, piştî herdu bajar werin rizgarkirin em nema li jiyana xwe dipirsim. Ev axaftinên ku kirine, dema birîndar bû."

Bavê şehîd Botan her wiha got, "Heger me zarên xwe feda nekiriba, zulmê li ser me ranedibûn."

Cenazeyê Şehîd Botan Tirkumanî 21‘ê Tebaxê bi merasîmeke girseyî bi şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Merwan Şêxo (Rizgar Bîtnam) û Cuman Ehmed (Cuman Kobanê) li goristana şehîd Dicle ya bajarê Kobanê veşartin.

ANHA