ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2018
14 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Li navçeya Qenaya ya kantona Efrînê pîrozbahiya salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nava şer û aloziya ku ev 7 sal in li Sûriyeyê dewam dike de, Minbic û gundewarên wê niha yek ji herêmên herî ewle û parastî ne ku ev yek bi ked û xebata hêzên ewlekariyê pêk tê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komên çete yên DAIŞ‘ê li herêmên ku dagir kiribûn, kiryarên ne mirovî der heqê sivîlan de pêk di anîn. Li herêma Reqayê û navçeya Eyn Îsayê yên rizgarkirî, di çarçoveya xebatên lêgerînê de gelek gorên komî hatin dîtin. (VÎDIOGRAFÎK).

DOSYA

- Bajarê Minbicê rûpela xwe ya du salan a rizgarkirina ji destên çeteyên DAIŞ'ê tewand. Di van du salan de gelek destkeftî û serkeftin bi dest xwe ve anîn. Serkeftina herî ber bi çav şoreşa jinan di hemû aliyan de bû. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Afram Îshaq destnîşan kir ku Tirkiyê roleke mezin di kurkirina aloziya Sûriyeyê de list, lîstokên wê bi komkirina komên çete li Idibê bi encam bû.  Îshaq diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ne navendîbûyîn çareseriya herî guncaw a aloziyê ye û got ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji diyalogên Sûrî re amade ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşîr Mele Newaf anî ziman ku biryara 15 Tebaxê ne ji encamên tolhildanê bû, bi şêwazekî zanistî, civaknasî hat dayîn û wiha got: “Armanca pêngava 15`ê Tebaxê guhartina hişmendiya civakê ye û bindestî ber azadiyê ve biriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Rêveber ê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Miwefeq El-Ehmed diyar kir ku di mijara Idlibê de çareseriya doplomasî lewaz e, dewleta Tirk li ser xwîna sivîlên Idlibê berjewendiyên xwe pêk tîne. El-Ehmed banga parastina sivîlên Idlibê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi dirûşmeay "Bi giyanê Berxwedana Serdemê em şoreşa jin veguherînin şoreşa civakî" Rêxistina Kongreya Star kongreya xwe ya 7‘emîn li ser asta Rojava-Bakurê Sûriyeyê di 16 û 17 Tebaxê li bajaroka Rimêlan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîkên şehîdên taxa Şêxmeqsûd nerazîbûnên xwe der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de anîn ziman û bang li heqûqa mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecîrdê rake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Rêxistina Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşmeya "Ji bo nifş û pêşerojeke durist..Em bi hev re zarokakn xilas bikin" belgefîlmê "Di nava kavilan de zarokatiyeke windahyî" nîşan dide. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ehmed Hemo ji niştecihên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye ji beriya 6 salan ve bû hedefa guleyên sekvanan û di encamê de felic dibe. Ehmed dibêje ku heya niha tu rêxistinan alîkariya wî nekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê ji ber ne başiya nanê firina taxê bi gazinc in. Şaredariya Gel soz da ku ji xwediyê firinê eger hate isbatkirin hesabê bixwaze.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA