Li Kobanê şahiya pîrozbahiya 15‘ê Tebaxê

Salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê hate pîrozkirin.

Li Kobanê şahiya pîrozbahiya 15‘ê Tebaxê
Li Kobanê şahiya pîrozbahiya 15‘ê Tebaxê
Li Kobanê şahiya pîrozbahiya 15‘ê Tebaxê
Li Kobanê şahiya pîrozbahiya 15‘ê Tebaxê
13 tebax, 2018   20:00

KOBANÊ

Pêngava têkoşîna leşkerî ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê di sala 1984‘an de dest pê kir. 15‘ê Tebaxa 1984‘an Fermandar Masûm Qorqemaz ango Egîd li çiyayê Kurdistanê guleya yekem a li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê berda. Gelê Kurd û dostên wê li her çar parçeyên Kurdistanê û derve her sal roja 15‘ê Tebaxê pîroz dikin.

Îro jî, li warê berxwedana sedsalê ya Kobanê, li navçeya Çelebiyê bi sedan kesî 15‘ê Tebaxê pîroz kirin.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandar Egîd û alên YPG û YPJ‘ê hatibû xemilandin.

Di şahiyê de her wih Hevserokê Desteya Parastinê ya kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen û Hevserokên Meclisa TEV-DEM‘ê ya kantona Kobanê Ehmed Şêxo û Eyşe Efendî amade bûn.

Di pîrozbahiyê de, komên Tevgera Çand û Hunerê stran û dîlan pêşkêş kirin.

Sibe jî bi heman armancê şahiyek li devereke din a navçeyê tê lidarxistin.

(bb)

ANHA