Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê

Bajarê Minbicê rûpela xwe ya du salan a rizgarkirina ji destên çeteyên DAIŞ'ê tewand. Di van du salan de gelek destkeftî û serkeftin bi dest xwe ve anîn. Serkeftina herî ber bi çav şoreşa jinan di hemû aliyan de bû.

Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê
Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê
Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê
Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê
Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê
Piştî du salan ji rizgarkirinê.. şoreşa jin li Minbicê
14 tebax, 2018   04:20

CUMA MIHEMED – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Li bajarê Minbicê û gundewarê wê di 12'ê Tebaxa 2016'an de qonaxeke nû dest pê kir. Di vê qonaxê de bajarê Minbicê û gundewarê wê serdema tarî ya çeteyên DAIŞ'ê ji ser xwe paqij kir û welatiyan bajarê xwe ber bi vejandinê ve birin.

DAIŞ weke ku tê naskirin, hemû deverên dagir kirine hilweşandin, hilweşandin ne tenê di aliyê avahiyan û binesaziyan de bû. Lê belê rêbazên hilweşandinê yên DAIŞ'ê yên cûda hebûn. Rewşa jiyanê di serdema çeteyên DAIŞ'ê de hate guhertin û pîvanên xwe yên taybet li ser welatiyan ferz kirin. Êdî çand û kevneşopiya civakê li gorî rêbazên û pîvanên çeteyan ku ji seranserî cîhanê hatine, dihat guhertin. Çeteyan çînên civakê pûç kirin û hegomoniya xwe li ser giştî jiyana welatiyan bi dagirkeriya xwe ya bîrdozî û leşkerî ferz kirin.

Jin girtî bûn!

DAIŞ di aliyên leşkerî û bîrdozî de rêxistina herî metirsîdar di cîhanê de ye û rêjeya felcbûnê ya ji ber sîstemên berê ku serweriya civakê dikirin zêde kir. Tişta ku DAIŞ'ê zêde kiriye koletiya jinan zêde kir û weke girtiyeke bêdeng dihat destgirtin û rola wê bi temamî di civakê de tune kir. DAIŞ'ê jin veguhert madeyeke erzan da ku desthilatdarî û serweriya xwe xurt bike.

Ev nêzîkatiya DAIŞ'ê gava yekemîn ber bi qeydkirina azadiyên giştî bû û hilweşandina guhertina hundirîn a civakê bû ku ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin. Ji ber hêza manewî û rohî ya mezin jinan her tim hemleyên guhertinê didan meşandin. Mafên jinan hatin înkarkirin û jiyana wê tenê di hundirê malê de hate hunandin û rê li pêşiya beşdarbûna wê di hemû saziyan de girt. Her wiha tevgerbûyîna wê ya azad di kolanan de hate qedexekirin.

Azadî li ber deriyan e

Di 12'ê Tebaxa 2016'an de gelek mijar li hemberî guhertinê rû bi rû man. Şoreşa civakî û siyasî li ber destpêkirinê bû.

Pêdiviya Minbicê bi guhertineke tavilê hebû da ku qirêjiya fikra DAIŞ'ê ya radîkal ji bajêr û ji mijiyê welatiyên bajêr were paqijkirin, nemaze beriya bi dehan salan weke spartgeha çandî ya dewlemend bi helbestvan û torevanan dihat nasîn.

Bi destpêkirina tevgera birêxistinkirinê di bajêr û gundewarê wê de, jin beşdarî xebatên xwebirêxistinkirinê bûn, lê vê carê li gorî fikreke nû, ango fikra netewa demokratîk ku di bingeh de xwe dispêre pêkanîna azadiya jin.

Rêxistina jin û beşdarbûna wê di saziyan de ne tenê piştî rizgarkirina bajarê Minbicê bû, lê belê beriya wê bi çend mehan di 5'ê Nîsana 2016'an de, jinên Minbicê beşdarî çalakiyên avakirina Meclîsa Sivîl a Minbicê bûn.

Mala Jin yekemîn navenda jinan di bajarê Minbicê de piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê hate avakirin. Mala Jin di 25'ê Cotmeha heman salê de, ango piştî nêzî sê mehan ji rizgarkirina bajêr hate avakirin.

Mala Jin pêşwaziya jinên ku rastî pirsgirêkan hatine kir û alîkariya wan di çareserkirina van pirsgirêkan de kir. Mala Jin her wiha xebatên xwe ji bo pêşxistina hişmendiya jinan dane meşandin. Di encamê de Meclîsa Jin a Minbicê û gundewarê wê hate avakirin da ku ji hemû rêxistinên jinan û endamên jin ên saziyan re bibe sîwan û ji bo pêşxistina wan û çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan dixebite.

Mala Jin girêdayî Meclîsa Jin a Minbicê û gundewarê wê ye, her wiha girêdayî wê komîteya aborî ya jin ku hewl dide projeyên aborî yên taybet bi jinan pêk bîne û pêş bixîne da ku derfetên kar ji jinan re bêne peyda kirin û jin karibe aboriya xwe ya xweser pêk bîne.

Meclîsê bi hevkariya komîteya Jin a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê gelek proje dest pê kirin. yek ji van projeyan projeya Bêt El-Berekê bû ev jî koperatîfeke jinan ji bo zimhêra zivistanê ye.

Girêdayî mijarê Seroka Meclîsa Jin Meha El-Elî got ku li gorî salên borî guhertineke mezin di aliyê birêxistinkirina jinan de heye û wiha diyar kir: "Beriya niha xebatên jinan di saziyan de gelekî kêm bû, lê niha jin cihê xwe di hemû saziyan de digirin."

Meha El-Elî got ku rêjeya jinan di saziyan de ji giştî endaman niha nêzî %60 e, ev yek tê wateya ku rêjeya mezintirîn a xebatkarên saziyan jin in û wiha domand: "Ti ferq û cûdahî di navbera jinên pêkhateyan de tune ne. Danûstandina me bi van pêkhateyan re tenê li ser esasê jin e. Em rê ji hemû jinan re vedikin da ku beşdarî avakirina malbat û civaka xwe bibin."

Meclîsa Jin hewl dide fikra xwe di nava hemû jinan de belav bike. Di destpêka îsal de Meclîsê serdana nêzî 6800 malbatan kir û bi jinan re civiya da ku alîkariya wan di çareserkirina pirsgirêkan de bike û bi jinan re rêgezên Meclîsê gotûbêj kirin.

Meha El-Elî got ku armanca wan ew e ku bi hemû jinên bajêr re bicivin da ku karibin rêgezên Meclîsê ji wan re şîrove bikin û got ku helwesta jinan li hemberî xebatên Meclîsê gelekî erênî bû.

Tê payîn ku Meclîs Jin konferansa xwe di dawiya îsal de li dar bixîne û ji bo pêşxistina xebatên birêxistinkiriina jinan dê biryarên girîng bistîne. Meclîs her wiha hewl dide komînên taybet bi jinan li Minbicê ava bike û piştre meclîs û komînên giştî ava bike.

Hişmendiya beşdarên saziyan di asteke bilind de ye

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Ezab El-Ebûd diyar kir ku ew weke jinên Minbicê ji dema bajar hatiye rizgarkirin ve û heta niha bi roleke ber bi çav radibin û gavên mezin ber bi azadiya xwe ve avêtine û wiha got: "Jin niha cihê xwe di payên mezin de digire û jinan bi rola xwe di kar û xebatan de bi rêk û pêk radibin. Jin beşdarî hemû saziyên Rêveberiya Sivîl bûn û rola jinan di hemû çalakiyên bajarê Minbicê de aktîf bû."

Ezab El-Ebûd got ku gelek şande ji derve hatin û serdana saziyan kirin û evan şande li hemberî destkeftiyên jinan li ser riya azadiyê matmayî man ku êdî dikare berpirsyariya xwe bi xwe rabike.

Ezab El-Ebûd got ku gelek çalakiyên wan ên taybet bi jinan hene û got ku ew gelek semîner û dîdargehên çandî organîze dikin da ku alîkariya jinan bikin û bihêlin ji çarçoveya malê derbikeve û wiha anî ziman: "Der barê derketina jinan ji çarçoveya malê hin astengî hene. Em hewl didin van astengiyan pûç bikin. Evan astengî jî girêdayî bandora fikra DAIŞ'ê û paşverûtiya civakî ne. Em niha di nava aramiyê de jiyan dikin."

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Ezab El-Ebûd di dawiya axaftina xwe de got ku ew hewl didin tecrûbeya xwe li giştî herêmên Sûriyeyê belav bikin da ku giştî jinên Sûriyeyê azad bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Azadiya jinan riya tekane ber bi azadiya civakê ve ye û dê dawiyê li şer û aloziyan bîne. Ji ber vê yekê pirsgirêkên civakê bêyî çareserkirina pirsgirêkên jinan nayên çareserkirin.

Tişta ku alîkariyeke mezin di pêşxistina jinan de kiriye, akademiyên fikrî ne ku li herêmê hatine avakirin û gelek dewreyên perwerdekirina jinan bi dawî kirine. Nemaze Akademiya Şehîd Rojda – Amara ya jinên ciwan ku di 17'ê Sibata 2017'an de hatiye avakirin.

Her wiha Akademiya Şehîd Zîlan Heleb ku endamên saziyan perwerde kirin û niha endamên jin ên komînan perwerde dike.

Jinên beşdarî dewreyên van Akademiyan dibin waneyên fikrî, dîroka Jin û waneyên pêşxistina hişmendiya jinan werdigirin.

Li gorî herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê li Minbicê qanûneke taybet ji bo parastina jinan di dadgehan de nehatiye çêkirin. Lê Mala Jin û Meclîsa Jin bi hevkariya Meclîsa Zagonsaz niha reşiknameya qanûna jin gotûbêj dikin û tê payîn di demek pêş de qanûn were derxistin û erêkirin.

Lê niha piştî du salan ji rizgarkirina bajarê Minbicê, asta beşdarbûna jinan di hemû aliyên siyasî û leşkerî de û di nava xebatên Rêveberiya Sivîl de gelekî ber bi çav e. Êdî jin li rex xebatên xwe yên malbatî bi awayekî çalak beşdarî avakirin û pêşxistina civaka xwe dibe.

ANHA