Kurdên Lubnanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Kurdên li Lubnanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî ji binpêkirinên hikûmeta Tirk berpirsyar girt.

Kurdên Lubnanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
13 tebax, 2018   20:50

BEYRÛT

Kurdên li Lubnanê jiyan dikin, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Mîrvet Hemo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Beriya 19 salan li dijî projeya aşîtî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn  kompleyek pêk hat.

Em dewleta Tirk şermezar dikin û civaka navdewletî, rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî ji tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên Tirkiyê berpirsyar dibînin.

Hikûmeta AKP‘ê bi van binpêkirinên xwe lewazbûna xwe nîşan dide, em xwediyê îdeolojî û siyaseta ku dê van kiryaran têk bibin e.

Têkoşîna Ocalan li hemû hişmendiya desthildardarî û her cûra dîktatoriyê ye. Felsfeya xwe ya avakirina sîstemeke demokratîk armanc dike, rexmî ku ji 19 salan ve di girtîgehê de lê têkoşîna wî ya avakirina jiyaneke azad û demokratîk ji bo tevahî gelan berdewam e.

Em tewreya Ocalan a (Heger em di gorê de bin jî em di şer de bi serkeftin) bawer in. Rêber Ocalan bi hêza felsfeya xwe ya bîrdozî û piratîkî de û xeta siyasî ya demokratîk  berdewam e.

Ji Rêber APO û hemû girtiyan re azadî, bijî şoreşa azadî û wekhevî, bimere faşîzma Tirk."

ANHA