Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne

Ji ber polîtîkayên dewleta tirk a dagirker ên li ser ava binerd a Rojava hewza avê ya binê Serêkaniyê vala bûye, axa ku binê wê nêzî 30 metre vala bûyî tê xwarê û bajarê Serêkaniyê dikeve. 

Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne
Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne
Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne
Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne
Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne
Polîtîkayên dewleta tirk Serêkaniyê dirûxîne
14 tebax, 2018   05:22

BÊRÎTAN MEDUSA - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Herêma Serêkaniyê di kantona Hesekê ya herêma Cizîrê de cih digire. Şeş bajarok (Mebruka, Tilhelef, Meddan, Menecîr, Sefeh, Elok) girêdayî Serêkaniyê ne. Navê Serêkaniyê ji 360 kaniyên ku ji bajêr derdikevin hatiye. Serêkaniyê ku bi çanda Tilxelef a bûyî destpêka mirovahiyê, di heman demê de hewza avê ya herî zêde ya Kurdistanê ye.

Hetanî sala 2002’yan van kaniyan av dida herêmê û çemê Xabûr. Bi guherîna avhewayê û polîtîkayên dewleta tirk a dagirker ên li ser bajarên kurdan kaniyên Serêkaniyê jî miçiqîn. Li gorî agahiyên me ji endezyaran girtin, hewza avê ya di bin Serêkaniyê de ji navçeya Sefeh heta Eloka 18 km, ji bajarê Serêkaniyê hetanî sînorê Tirkiyeyê 15 km fireh e. Li herêma Serêkaniyê ji demê rejîma Sûriyeyê hetanî niha 2 hezar û 814 bîrên behrî hatine kolan.

Li Serêkaniyê 360 kanî miçiqîn

Lê bandora herî mezin a li ser herêma Serêkaniyê polîtîkayên dewleta tirk a dagirker in. Ji ber ku wek erdnîgarî bakurê Kurdistanê ji Rojava bilindtir e, ava ji jor ber bi jêr ve diherike. Ev jî tê wateya ku ava binerdî ji Tirkiyeyê ber bi Rojava ve tê. Li gorî agahiyên ku me ji Şaredariya Serêkaniyê wergirtin, dewleta tirk li ser sînorê Serêkaniyê 4 hezar bîrên behrî yên ku bi şev û roj dixebitin, kolane. Her  wiha dewleta tirk pêşiya kaniyên ku ava wan di Serêkaniyê re derdikeve bi bend, kanal, bîr û çîmentoyê girtiye. Ev jî bûye sedem ku hewza avê ya binê navçeya Serêkaniyê vala bibe. Ji beriya 2002’yan dema gel bixwesta li Serêkaniyê bîran bikole, di nîv metreyî de av derdiket, lê niha herî kêm 27 metre tê kolan. Ev jî tê wateya ku ava hewza di bin bajêr de 27 metreyan çûye xwar.

Cihên ku destpêkê kanî jê derdiketin, dihizimin

Dîsa li gorî agahiyên ku endezyaran dane me, axa binê bajar kils e û dema bê av bimîne dikeve û diçe xwarê. Ji ber vê sedemê jî bi taybet di mehên zivistanê de erdê Serêkaniyê dihizime. Bi taybet jî ew cihên ku destpêkê kanî jê derdiketin.

Rêveberê Daîreya Fenî ya Şaredariya Serêkaniyê Ebdullezîz Oso li ser rewşa heyî agahî dan. Oso diyar kir ku cara yekem erd di 2005’an de li herêma Zerganê 25 metre hizimiye, cara duyemîn di sala 2007’an de li Serêkaniyê û niha jî rûxana erdê li Serêkaniyê berdewam dike. Oso destnîşan kir ku wan di 2007’an de lêkolîn kiriye û di encama lêkolînê de derketiye ku hewza avê 22 metre kêm bûye û wiha got: “Ya xeternak ew e ku ne diyar e di ku de valahî heye. Bi taybet dema ku baranek tê û erd şil dibe ax diçe xwar. Dema ax diçe xwar xetên kanalîzasyonê dişikên û ava wan jî bi ya baranê re derbasî hewza avê dibe. Ji beriya hefteyekê ax di bin sarinca avê ya şaredariyê de çû xwar, kurê ajokar kete bin sarincê û jiyana xwe ji dest da.”

Divê welatî bi destûr xaniyan lê bikin

Oso ev hişyarî kir û got divê dema welatî bixwazin xaniyan lê bikin, serî li saziya pîşesaziyê bidin û bi destûr xanîiyan lê bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ji ber ku di giraniyeke kêm de jî axa Serêkaniyê diçe xwar û ev jî xeternak e.”

Li gorî agahiyên me ji saziya bîran a Serêkaniyê girt, niha li herêmê kolana bîrên behrî qedexe ye, tenê ji bo ava vexwarinê bîrên normal (bîrên sedhî) ew jî bi şertê 3 mal bi hev re bîrekê bikolin, destûr tê dayîn. Kolana bîrên normal jî bi destûra komîn û şaredariyê ye.

(kc)

ANHA