ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2018
10 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Yekîtiya Ragihandina Azad û Meclisa Bilind a Ragihandinê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeya xebatên meclisê û qaûnên ragihandinê  palatforma danûstandinê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo. Li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dema êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de, çeteyekî wêneyekî we li gel sivîlekî şehîd kişand, wêne ketibû rojevê. Gelo çîroka wêneyê çi ye û ew sivîl çawa hate şehîd xistin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê Yasir Ebas diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hemû qanûn û pêvanên navdewletî binpê dike û destnîşan kir ku armanca tecrîdê, belavbûna felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn asteng bike. Ebas got ku Ocalan banga rizgarkirina gelên bindest û belavbûna demokrasiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRA

-Xeyala wî ya zarokatiyê ew bû ku xeta xalê xwe yê şehîd bi cih bîne. Navê wî rakir û da ser şopa berxwedanê. Cîhad Rojava bi fedekarî û berpirsyariya xwe dihat naskirin, herî dawî di oxira rizgarkirina hevalên xwe de tev li kerwanê pakrewanan bû. (BI WÊNE).

DOSYA

- Hejmareke fermandar û şervanên beşdarî hemleya rizgarkirina Minbicê bûne diyar kirin ku pevçûnên li taxa El-Hezwanê rû dane gelekî dijwar bûn û dane zanîn ku çeteyan hemû giraniya xwe xistin vê taxê. Gelo evan pevçûn çawa hatin birêvebirin û çawa pevçûna dawî pêk hat ku di encamê de bajar ji destên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide projeya Mustefa Atatork a peyman Milî zindî bike, ji lewra êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û mudaxeleyê di Bakurê Sûriyeyê de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- TEV-DEM û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêzecivînên bi armanca nirxandina geşedanêns siyasî didomîmin. Di vê çarçoveyê de civînek li navçeya Qenaya ya kantona Kobanê tê lidarxistin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Melclisa Jin a PYD‘ê pêşxistina xebatên rêxistinî û siyasî yên jinan li gorî xeta jina azad û siyseta demokratîk armanc dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundewarên başûrê navçeya Til Hemîsê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikşînin û neçar man ku avê ji sahrîcan bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûka taxa Şêxmeqûsd a xerbî li bajarê Helebê, piştî aramî û ewlehî pêk hatî û vegera piraniya niştecihên taxê, jinûve geş bû. Lê ji ber topbarana çeteyan sûk gelek zirar dîtiye û ji ber wê firoşkarên sûkê bang li şaredariyê kirin ku alîkariya wan ji bo sererastkirina sûkê bikin. Şaredarî jî daxwaza wan pejirand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Fafîn a herêma Şehbayê bi hevkariya komîna gundê Xirnata, kehrebe ji şêniyên gund re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piraniya ajokarên Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ji ber ne wekheviya nirxa parçeyên guhetina wesayîtan û buhaya çêkirina wan bi gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Rojava Qehreman Hebûn diyar kir ku rêxistinên ciwanan tê çalakiyên xwe yên li deriyê Sêmalkayê berdewam bikin ta armancên xwe bighînin serî. Hebûn bang li hemû ciwanên şoreşger kir ku li hemberî faşîzmeya dewleta Tirk serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA