Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê

Xeyala wî ya zarokatiyê ew bû ku xeta xalê xwe yê şehîd bi cih bîne. Navê wî rakir û da ser şopa berxwedanê. Cîhad Rojava bi fedekarî û berpirsyariya xwe dihat naskirin, herî dawî di oxira rizgarkirina hevalên xwe de tev li kerwanê pakrewanan bû.

Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
Cîhad Rojava xeta xalê xwe şopand û da ser şopa berxwedanê
10 tebax, 2018   04:20

EFRÎN

Ednan Osman ku bi navê Cîhad Rojava tê naskirin, 11‘ê Mijdara 1997‘an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji dayik bû. Malbata wî ji 3 xwişk û du birayekî pêk tê. Cîhad yê sêyemîn e piştî xwişka Rendayê. Dayikê navê xalê wî yê ku di nava tevgera rizgarkiriya Kurdistanê de şehîd bû, lê kir.

Cîhad xwendina xwe ya seretayî li dibistanên El-Kerama û Seyf El-Dewla yên li Helebê qedand. Di refa heftan de dibistan berda û dest bi karê bazirganiyê kir, her tim dixwest bi tena serê xwe kar bike.

Cîhad bi rûkeniya xwe û rihê berpirsyariyê dihat naskirin. Di temenê xwe yê 12 salî de dest bi kar kir û alîkarî da malbatê. Ji ber ku kurê herî mezin di malbatê de bû, hemû ferdên malbatê di her mijarê de şêwira wî digirt.

Dayika Cîhad, Fatima Şêxo kurê xwe wiha bi bîr tîne: "Di sala 2003‘yan me bar kir Efrînê û li taxa Eşrefiyê bi cih bûn. Rojek derbas bû û Endan tax û hemû dikan nas kirin, dixwest her tiştî nas bike û di nava lêgerînê de bû."

Cîhad di 9 saliya xwe de li gel bavê xwe di dikanê de dixebitî, ji kar pir hez dikir, bi taybet karê bazirganiyê.

Cîhad piştî ku di refa 7‘an de dibistan berda, careke din li xwendinê vegeriya. Di sala 2011‘an de ango bi destpêka şoreşê re ezmûna navîn pêşkêş kir. Malbata wî dibêje ku encamên ezmûnê ew eleqedar nekir, ji ber ku bi hevalên xwe re herî zêde bi birêxistinkirina xwepêşandanan re mijul dibû. Birayê wî yê biçûk Osman Osman li ser kesayeta birayê xwe Cîhad wiha dibêje: "Rexmî ku ferqa temen di navbera min û wî de hebû jî em wekî hevalan bûn."

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re têkoşer Cîhad tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger bû. Di sala 2012‘an de 25 rojan beşdarî perwerdeya leşkerî bû û di dawiya sala 2012‘an de cihê xwe di berxwedana gundê Qestel Cindo de girt.

Piştî ku YPG ava bû, yek ji kesên destpêkê bû ku cihê xwe di nava YPG‘ê de girt. Li ser çekên sivik û giran perwerde dît.

Yek ji hevalên wî di nava YPG‘ê Ceger Alkî diyar dike ku cihê têkoşer Cîhad di nava şervanan de xuya bû, bi rihê xwe yê hevaltiyê dihat naskirin, têkiliyên wî bi şervanan re xurt bûn û her kesî jê hez kir.

Cîhad ji ber nakokiyên kesayetî bi hin hevalan re, dev ji YPG‘ê berda û 3 mehan li mal ma, piştre di sala 2015‘an de tev li nava refên Cebhet El-Ekrad bû.

Şervana YPJ‘ Rûgeş Qendîl têkildarî wî wiha dibêje: "Têkoşer Cîhad ji karê xwe pir hez dikir. Şervan bi rêxistin dikirin û morala wan her xurt dikir. Hez dikir ku li eniyên şer ên pêş be."

Di 11‘ê Mijdara 2016‘an de di dema çeteyên DAIŞ‘ê êrîş birin ser herêma Şebayê de têkoşer Cîhad û hevalên xwe li hemberî wan berxwedanekê nîşan didin. Di êvara êrîşê de têkoşer Cîhad hewl dide hevalên xwe rizgar bike û tev li karwanê şehîdan dibe.

Cenazeyê şehîd Cîhad 21‘ê Mijdarê li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ya kantona Efrînê hate oxirkirin.

Têkoçer Cîhad ji zarokatiya xwe ve dixwest xeta xalê xwe yê şehîd temam bike. Belê navê wî yê tevgerî jî rakir û xeta berxwedanê pejirand û di rojbûna xwe ya 20‘an de şehîd bû.

(bb/ew)

ANHA