Ji zimanê şahidan... Gav bi gav berxwedana rizgarkirina Minbicê - 3

Hejmareke fermandar û şervanên beşdarî hemleya rizgarkirina Minbicê bûne diyar kirin ku pevçûnên li taxa El-Hezwanê rû dane gelekî dijwar bûn û dane zanîn ku çeteyan hemû giraniya xwe xistin vê taxê. Gelo evan pevçûn çawa hatin birêvebirin û çawa pevçûna dawî pêk hat ku di encamê de bajar ji destên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Ji zimanê şahidan... Gav bi gav berxwedana rizgarkirina Minbicê - 3
Ji zimanê şahidan... Gav bi gav berxwedana rizgarkirina Minbicê - 3
Ji zimanê şahidan... Gav bi gav berxwedana rizgarkirina Minbicê - 3
10 tebax, 2018   05:07

CUMA MIHEMED – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Çeteyên DAIŞ'ê di şerê xwe yê hundirê bajarê Minbicê de xwe spart sekvanan, mayin û siwareyên bombekirî. Fermandarê Giştî yê Tabûrên Şems El-Şemal Egîd Ehmed diyar kir ku ev rêbaza şer di hundirê taxa El-Hezwanê de zêde bû.

Ehmed di destpêka axaftina xwe de pevçûnên li taxa El-Hezwanê rûdane wiha bi bîr anîn: "Rojane nuqteyeke şervanan bi siwareyên bombekirî dihat armancgirtin. Hin caran em pêşve diçûn, li paş me teqîn pêk dihatin. Hilweşandina avahiyan li taxa El-Hezwanê di encama mayinan û siwareyên bombekirî de bû. Ji sedî 70 ji hilweşandinê di encama teqîna mayinan de bû.

Şervanê Tabûra Şems El-Şemal ê bi navê Debûr Minbic ku beşdarî pevçûnên li taxa El-Hezwanê bûbû, diyar kir ku pevçûnên herî dijwar li vê taxê bûn û wiha got: "Piştî 25 rojan ji şer û pevçûnan em derbasî taxa El-Hezwanê bûn. Di 10 rojên destpêkê de em rastî astengiyan dihatin. Em gelek caran ketin kemîna çeteyên DAIŞ'ê û di encamê de gelek hevalên me şehîd bûn. Em neçar man hinekî paşve vekişin."

Debûr Minbic axaftina xwe wiha domand: "Taxa El-Hezwanê mezintirîn tax e û rizgarkirina vê taxê tê wateya ku giştî bajarê Minbicê li ber rizgarkirnê ye. Çeteyên DAIŞ'ê yên li vê taxê şer dikirin biyanî bûn. Me ew di cenazeyan re nas kirin. Piştî ku em derbasî taxê bûn me sê nuqteyên xwe bicih kirin. Dema ku me nuqteya çaremîn bicih dikir em ketin kemîneke çeteyan û di encamê de 13 şervan şehîd bûn û em neçar man paşve vekişin. Alîkariya balafiran bi me re lawaz bû ji ber ku çeteyan gelek caran xwe di jêrzemînên avahiyan de vedişartin."

Debûr Minbic destnîşan kir ku Minbic deriyê çeteyan ber bi Ewropa ve bû û ji ber vê yekê rizgarkirina wê dijwar bû, nemaze ji ber ku piraniya çeteyên di bajêr de biyanî bûn û bi rêya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûbûn.

Peywira herî dijwar û girîng; rizgarkirina sivîlan

Çeteyên DAIŞ'ê nehişt ku welatiyên sivîl ji bajêr derkevin û ji xwe re weke mertalên zindî bi kar dianîn. Vê yekê hişt ku peywira şevanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dijwartir bibe, nemaze ji ber ku girîngî da rizgarkirina sivîlan û ji ber vê yekê rizgarkirina bajêr dereng ma ji ber ku bi hezaran welatiyên sivîl di hundirê bajêr de diman.

Li taxa El-Hezwanê çeteyên DAIŞ'ê hemû welatiyên sivîl ber bi nîvê bajêr ve birin û xwe ji şerekî vekirî re amade kir. Hejmareke kêm ji welatiyên sivîl karibûn ji destên çeteyan birevin û xwe bigihînin deverên rizgarkirî.

Egîd Ehmed behsa komkujiyeke çeteyên DAIŞ'ê li dijî sivîlan kir û wiha bi bîr anî: "Dema ku em ji rêya Bazarê ve nêzîk bûn, hejmareke welatiyên sivîl berê xwe dan nuqteyên şervanên me û di encamê de sekvanên DAIŞ'ê ew armanc girtin û 9 ji welatiyên sivîl şehîd bûn û yên din li ser xeta pevçûnan asê man. Piştî ku êrîşa li dijî dibistana El-Keramê pêk hat sivîlan karibûn cenazeyên xwe bikişînin."

Egîd Ehmed behsa bûyerekê kir ku tê de tenê di rojekê de 3 hezar û 500 welatiyên sivîl rizgar kirin û wiha anî ziman: "Em zarokên bajarê Minbicê ne, ji ber vê yekê peywendiya me bi welatiyan re berdewam bû. Carekê hevalekî min telefonî min kir û got ku ew li nêzî bazara pez in. Min jî peywendî bi fermandariyê re kir da ku ez wan agahdar bikim. Ev welatiyên sivîl di navbera me û çeteyên DAIŞ'ê de asê mabûn. Fermandariyê ji min xwest ez van sivîlan rizgar bikim ji ber ku ez wan nas dikim. Ez ji cihê sivîlan ve nêzîk bûm û min yekemîn siwareya sivîlan pêşwazî kir û piştre nêzî 3 hezar û 500 sivîl hatin rizgarkirin".

Egîd Ehmed axaftina xwe wiha domand: "Di vê navberê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî me kir û welatiyên sivîl tavilê belav bûn û mayînek bi sewalan de teqiyan û tenê sivîlek birîndar bû. Sekvanên DAIŞ'ê jî ji gelek aliyan ve em armanc digirtin. Ji ber ku devera em têde daketî bû, sekvanan baş em nedidîtin û guman kirin ku hê jî sivîl di cih de mane. Piştî sê saetan çeteyên DAIŞ'ê siwareyeke bombekirî şandin heman deverê  û teqandin, lê ti sivîl di encama teqînê de birîndar nebûn ji ber ku ji aliyê şervanên me ve dihatin parastin û ji ber vê yekê sê şervan birîndar bûn û şervanekî din jî di heman çalakiyê de şehîd bû."

Şervanan sivîl li gorî hatiye plankirin rizgar dikin da ku ji deverên pevçûnan bêne dûrxistin. Ev çalakî hemû bi rêya telefonên rasterast bi welatiyên sivîlan ên bajarê Minbicê re pêk hatin.

Egîd Ehmed bal kişand ku hejmara şervanên Tabûra Şems El-Şemal di wê demê de nêzî 250 şervanan bû û xizmên hemûyan di hundirê bajêr de hebûn û peywendî bi xizmên xwe re dikirin û bi piraniya sivîlan bi rêya peywendiya van şervanan hatin rizgarkirin.

Fehed careke din hate dorpêçkirin

Şervanê tabûra Şems El-Şemal ê bi navê Fehed El-Labîde piştî ku beşdarî pevçûnên rizgarkirina embarxaneyan bû berê xwe da taxên rojavayê Minbicê. Di pevçûnekê de Fehed li rex 5 hevrêyên xwe êrîşî avahiya "El-Şerhiyê" kir. Piştî ku derbasî avahiyê bûn çeteyên DAIŞ'ê êrîşa xwe ya li dijî wan dest pê kir.

Fehed van bîstikan wiha bi bîr tîne: "Piştî ku em derbasî avahiyê bûn, çeteyan wekî baranê gule bi ser me de avêtin. Wan dixwest me mijûl bikin û di heman demê de komeke din a çeteyan derbasî jêrzemîna heman avahiyê bûn. Piştre çete derketin qata yekemîn û em jî di qatê duyemîn de bûn. Çeteyan bang li me dikir ku em xwe radestî wan bikin. Hejmara wan zêde bû. Li qata yekemîn agir vêxistin û di vê navberê de piştî du saetan ji şer me karibû xwe ji avahiyê vekişînin."

El-Sirb taxa dawîn e

Di rojeke Înê de taxa dawî ya di destên çeteyan de mabû, taxa El-Sirb bû û çeteyan tenê di sê kolanên wê de mabû. Li rex çeteyan bi hezaran sivîl hatibûn komkirin da ku ji xwe re wek mertalên zindî bi kar bîne.

Ji bo parastina jiyana sivîlan şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nexwestin hemleyeke leşkerî li vê taxê pêk bînin. Nemaze ji ber ku tevgereke leşkerî dibe ku jiyana sivîlan bixe xetereyeke mezin. Ji ber vê yekê şervan neçar man daxwaza çeteyan pêk bînin û rê ji wan re ber bi Cerablûsê ve vekin.

Fehed El-Labîde dibêje ku wî dît ku çawa çete ji Minbicê ber bi Cerablûsê ve vekişiyan û ev bîstik wiha bi bîr anîn: "Her çeteyekî xwe di nava 10 sivîlan de vedişart û hemûyan kemberên teqemenî li xwe kiribûn. Me xwest taxa El-Sirb beriya vekişandina çeteyan rizgar bikin, lê dema em ji taxê nêzîk dibûn çeteyan sivîl weke bend didan pêşiya me. Em neçar diman paşve vekişin."

Fehed El-Labîde kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina giştî bajêr anî ziman û got ku wan tavilê dest bi hemleya paqijkirina mayinan kir da ku di demeke lezgîn de welatiyên bajêr vegerin malên xwe.

Fermandarê tabûrên Şems El-Şemal Egîd Ehmed (Egîd Şems El-Şemal) bîstikên rizgarkirina taxa dawîn a bajarê Minbicê kir û wiha bi bîr anî: "Ez ne li eniyên taxa El-Sirb bûm, min xwest ez bîstikên rizgarkirina taxa dawîn bibînim. Min nûçeya rizgarkirinê li ser bêtêlê bihîst."

Egîd Şems El-Şemal got ku di wê demê de wî li rex hin şervanên din ên QSD'ê pêşwaziya sivîlan dikir û wiha anî ziman: "Gelek sivîlan bawer nedikirin ku em şervanên QSD'ê ne û guman dikirin ku em çeteyên DAIŞ'ê ne û cilên QSD'ê li xwe kirine. Nemze ji ber ku buyerên bi vî rengî çeteyên DAIŞ'ê gelek caran dane meşandin û komkujiya li gundê El-Dadat a bakurê Minbicê mînaka vê yekê ye ku çeteyan 16 welatiyên sivîl şehîd xistin. Pîremêrek ji min ve nêzîk bû û destên xwe bi riyê min kirin û got ku êdî van dirêj neke. Jinan cilên reş dişewitandin û hin zilaman ku ev çend sal in cixare nekişandine, dikişandin."

Egîd Şems El-Şemal behsa bîstika herî 'şîn' kir

Egîd Şems El-Şemal behsa bîstika herî xemgîn û şîn di hemleya rizgarkirina Minbicê de kir û wiha got: "Tişta ku ne pêkan e di hemû qonaxên hemeleya rizgarkirina Minbicê de were jibîrkirin, ew e u me şehîd Feysel Ebû Leyla û hemû şehîdên hemleyê winda kirin. Şehadeta Feysel Ebû Leyla gelekî bandor li me kiribû. Ji bo bîranîna şehîd Ebû Leyla û ji bo pêkanîna dilsoziya me bi wî re di roja yekemîn a rizgarkirina bajêr de me wêneyekî şehîd Ebû Leyla li çerxerêya El-Beta daliqand."

Birayê Egîd Şems El-Şemal Mistefa Ehmed piştî sê rojan ji şehadeta Feysel Ebû Leyla şehîd bû û der barê şehadeta birayê xwe de wiha got: "Beriya şehîd bibe em ji hev xeyidîbûn, beriya ku şehîd bibe hat ba min û em li hev hatin û min soz da dayika xwe ku ez carekê bi xwe re bînim malê, lê di roja din de min ew wek şehîd bir malê."

Egîd Şems El-Şemal bûyera şehadeta du birayan bi bîr anî û wiha got: "Piştî ku şervanê me Îsmaîl şehîd bû me malbata wî di destpêkê de agahdar nekir, lê piştî 15 rojan birayê wî jî şehîd bû."

Bajarê Minbicê û gundewarê wê di 12'ê Tebaxê de ji destên çeteyan hate rizgarkirin û rûpela reş di dîroka bajêr de hate girtin. Êdî welatiyên Minbicê di atmosfereke demokratîk de azad in. Hemû pêkhate rêveberiya xwe bi xwe dikin û aramiyê li herêmê diparêzin.

(jh/ew)

ANHA