Pireyên hilweşandî hatûçûna welatiyên Tebqa asteng dikin

Di çarçoveya şer û pevçûnên rizgarkirina herêma Tebqayê de, çeteyên DAIŞ'ê piraniya pireyên herêmê mayîn kirin û hilweşandin. Piştî ku herêm hate rizgarkirin evan pire hêjî nehatine avakirin û welatiyên gundewarê rojhilatê Tebqayê neçar dimînin riyên dirêj bikar bînin.

Pireyên hilweşandî hatûçûna welatiyên Tebqa asteng dikin
Pireyên hilweşandî hatûçûna welatiyên Tebqa asteng dikin
Pireyên hilweşandî hatûçûna welatiyên Tebqa asteng dikin
9 tebax, 2018   08:36

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Li ser çemên Firat û Belîx gelek pire hatine avakirin û gundewarê rojhilatê Tebqayê bi gundên Siwêdiyê, El-Yemame, Gidêran û Sehlebiyê ve girê dide.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleya Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina herêma Tebqa da destpêkirin, çeteyên DAIŞ'ê bi armanca rêgirtin ali pêşiya şervanên QSD'ê hemû pireyên herêmê mayîn kirin û teqandin. Di encamê de girêdana di navbera aliyên gundewar û bajarê Tebqayê de hate birîn.

Welatiyên gundên El-Siwêdiyê û El-Yemame niha neçar dimînin 15 km li ser piyan bimeşin tevî ku evan dever tenê bi dehan mîtreyan dûr in.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Cuma El-Salih (55) yê ji gundê El-Yemane wiha got: "Beriya niha em 5 deqeyan digihîştin aliyê çem ê din, lê niha ji bo em xwe bigihînin aliyê çem ê din bêtirî nîs saet diçe."

Şaredariya Gel a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê lêkolîneke berfireh ji bo sererastkirin û avakirina pireyan pêk anî.

Di van demên dawî de tabûra endezyarî ya girêdayî QSD'ê hin pireyên hesinî li bajarokên El-Cirniyê û El-Sehlebiyê û Şemsedîn avakirin.

Hêjayî gotinê ye li herêmê 7 pire hene û piraniya wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine hilweşandin û di encamê de hatûçûna welatiyan gelekî asteng bûye.

Ji dema bajarê Tebqayê hatiye rizgarkirin ve Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.

ANHA