Bajarê Reqayê ji bermahiyên şer tê paqijkirin

Endamê Komîteya Jinûva Avakirina  bajarê Reqayê Endizyar Abdullah El-Elî diyar ku heta niha 3`yê milyon M3  ji  bermahiyên şer ji navenda bajarê Reqayê hatiye baqijkirin. Her wiha komîteyê heta niha ji sedî 80 riyên sereke û yên biçûk vekirine.

9 tebax, 2018   08:25

REQA

Xebatên Komîteya Jinûva Avakirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê yên rakirina bermahiyên şer, bendên ku ji axê hatine çêkirin ku DAIŞ`ê li peyî xwe hiştibû ji bajarê Reqayê dewam dike.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di 20`ê Mijdara 2017`an de, Komîteya Jinûva Avakirinê ya Reqayê dest bi paqijkirina bajarê Reqayê ji bermahiyên şer kir û xebata wan ta roja îro bê navber dewam dike.

Piştî paqijkirina kolana Basil, komîteyê dest bi paqijkirina taxa El-Nehda kir(kolana tirênê).

(ekîp)

ANHA