Ji ber xerçkirina zêde hin taxên Dêrikê bê av in

Li hin taxên bajarê Dêrikê deyardeya xerçkirina avê heye, ji ber vê yekê hin taxên din bê nav dimînin. Welatiyên taxên ku av naghêje wan aciziyên xwe nîşan didin.

Ji ber xerçkirina zêde hin taxên Dêrikê bê av in
Ji ber xerçkirina zêde hin taxên Dêrikê bê av in
Ji ber xerçkirina zêde hin taxên Dêrikê bê av in
Ji ber xerçkirina zêde hin taxên Dêrikê bê av in
9 tebax, 2018   07:56

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Li bajarê Dêrikê 23 bîr hene, lê li hin taxan mîna "Şehîd Xebat û Bawliya av bi rojan qut dibe.

Bi qutbûna avê li hin taxa re, li hin taxên din deyardeya xerçkirina av heye.

Derbarê mijarê de, welatiyê bi navê Mihemed Emîn Derwîş ji taxa Şehîd Xebat de dibêje anî ziman ku ji ber xerçkirina avê li hin derveran, hin deverên bê nav dimînin  û got, "Gelek kes ava vexwarinê ji şoştina erebeyan, cade, anî jî avadina çandiniyan bi kar tînin."

Dewîş aciziya xwe anî ziman ji ber vekirina heneftiyan heyanî sibehê û got, "Li hin malbata henefiyên ji bo kilîmayê heya serê sibehê vekirî dibîne, bila li şûna ku henefî û xertûman fewşan bi kar bînin, wê demê av xerç nabe."

Welatiya bi navê Nizha Cewher ji taxa Bawliya ye anî ziman ku li taxa wê avê kêm e li beramberî taxên din û destnîşan kir ku av dernegî şevê tê û neçar dimînin di wê derenga şevê depoyan dagirin.

Nizha her wiha bal kişand li ser xeçkirina avê .

Hin şêniyan destnîşan kir ku pirsgirêkên xetaên kanalîzasyonê jî hene dibe sedema ku av li kolanan kom bibe.

Hevserokê Mûdîriyeta Avê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Mihemed Emîn Hacî anî ziman ku ji ber xezeta zêde bi taybet di herdu mehên dawî de û  germa zêde cenator xirab bûne û destnîşan kir  ku rexmî 23 bîr û 6 pompên avê ji bendava Sefan av naghêje hin malên li taxa Şehîd Xebat. Hacî diyar kir ku sedema qutbûna vê li taxa Şehîd Xebat bi xetên muxalif û pirsgirêkên xetan û xerçkirina avê ji aliyê şêniyan ve.

Mihemed Emîn Hacî tekez kir ku şaredariyê derheqên kesên ku avê xerç bike biryar derxistiyê û cezayê 40 hezar lîreyan li ser feriz kirin, her wiha beryarnameyek din derxistiye ku roja  duşem û înê cadeyan bişon û yên li gorî vê biryarê tevnegerin dê 3 hezar lîreyên Sûrî bide.

Mihemed Emîn Hacî diyar kir ku wan projeya kolandina 4 bîran li taxên Bawliya, Sor, Xêrka û Şehîda Xebat, her ava danîna depoyekê li taxa Şehîd Xebat pêşkêşî Desteya Şaredariyan kiriye.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Emîn Hacî bang li welatiyan kir ku avê zêde xerç nekirin.

(bb)

ANHA