Ji Til Hemîsê 70 zarok beşdarî Mîhrecana Zarokan a herêma Cizîrê dibin

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo, 70  zarokên navçeyê ji bo beşdarbûna 4`emîn Mîhrecana Zarokan a Herêma Cizîrê ku wê di destpêka Îlonê de were lidarxistin bibin, xwe perwerde dikin.

Ji Til Hemîsê 70 zarok beşdarî Mîhrecana Zarokan a herêma Cizîrê dibin
Ji Til Hemîsê 70 zarok beşdarî Mîhrecana Zarokan a herêma Cizîrê dibin
Ji Til Hemîsê 70 zarok beşdarî Mîhrecana Zarokan a herêma Cizîrê dibin
Ji Til Hemîsê 70 zarok beşdarî Mîhrecana Zarokan a herêma Cizîrê dibin
9 tebax, 2018   07:37

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Tê payîn ku di destpêka Îlonê de çalakiyên 4`emîn  Mîhrecana Zarokan a Herêma Cizîrê dê dest pê bikin. Mîhrecan bi sponseriya Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Rimêlanê û bi tevlîbûna hemû navendên çand û hunerê yên navçe û bajarokên herêmê pêk tê. Mîhrecan hemû aliyên hunerî û çandî û pêşxistina civaka herêmê bi rêya pêşkeşkirina xebatên hunerî li ser dika wê, hemêz dike.

Têkildarî mijarê, Endamê Rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîs, Sayil El-Xelef axivî û got:" Piştî hemleyên belavkirina belavokên pênasekirina navendê û rêklaman ji bo kişandina bala zarokan û pêşxistina arezoyên wan, hejmarek mezin ji zarokên navçe û gundên derdorê serdanî navendê kirin".

Sayil El-Xelef destnîşan kir ku bi alîkariya perwedekarên pispor di aliyê şano, mûzîk, nîgarkirin, govendên gelêrî, ristin, asta zarokan baş bû û dikarin tîmên ji bo beşdarî mîhrîcana ku dê li navçeya Rimêlanê pêk were hilbijêrin.

El-Xelef diyar di dawiya axaftina xwe de ev tişt got:" Navend gelek gurup amade kirine. Her gurupek ji 15 zarokan pêk tê. Gurupên navendê di aliyê  şano, ristin û bi taybet keç, stranên zarokan, govendên gelêrî yên erebî yên resen, nîgarkirin û gurupên helbestan dê beşdarî mîhrecanê bibin. Hejmara zarokên navendê zêdetirî 120 zarok in û ji bo beşdarbûna mîhrecanê tenê 70'ê zarok hatine hilbijartin.ʺ

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîs di 16'ê Gulana borî de bi şahiyekê hatibû vekirin.

(şx)

ANHA