Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in

Hêzên rêjîmê li rojavayê Idlibê û bi taybet li sêkoşeya Deşta Xab – Cisir Şixor û çiyayên Laziqiyê belav dike û amadekariya çalakiyeke leşkerî dike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amadekariya êrîşa li dijî baregeha dawî ya çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê dike û xalên çavdêriyê li devera sînorê bi Îraqê re bi kordîneya bi artêşa Îraqê re ava kirin. Îranê careke din gefan dixwe ku dê tengava Hirmiz li pêşiya derçûnên petrolê bigire.

Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in
9 tebax, 2018   07:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser şerê li dijî DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê û belavbûna hêzên rêjîm li Idlibê û pevçûnên li Siwêda. Rojnameyan her wiha behsa dosya gendeliyê li Îraqê û avakirina hikûmeta Lubnanê û cezayên Amerîka li ser Îranê û bandorbûna Îraqê bi van cezayan kirin. Rojnameyan her wiha gelek mijarên din vegotin.

Rêjîm hêzên xwe li rojavayê Idlibê belav dike

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa amadekariyên rêjîmê ya çalakiyeke leşkerî li Idlibê kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şam amadekariya şerekî li rojavayê Idlibê dike. Girêdayî çarenûsa El-Nusra gengeşe dijwar bûne". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê li sêkoşeya Deşta Xab – Cisir Şixor û çiyayên Laziqiyê ya rojavayê Idlibê belav dibin. Rêjîm hewl dide serweriya vê deverê bike û korîdorekî bi ewle li vir vebike. Di heman demê de topbarana li dijî heman deverê dijar bûye.  Rojnameyê xwe spart hin çavkaniyan ku guman e evan tevgerên hêzên rêjîmê amadekariya çalakiyeke leşkerî ya hêzên rêjîmê li dijî rojavayê Idlibê ye. Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber pevçûnên li dijî rêxistina DAIŞ'ê li Siwêda ev çalakiya li Idlibê dereng maye.

Netewên Yekbûyî hişyariya şerpezebûna bi sedhezaran welatiyên Idlibê dide

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hişyariyên navnetewî ya şerpezebûna bi sedhezaran di şerê Idlibê de". rojnameyê diyar kir ku koma ajansên alîkariyê ku bi riya Netewên Yekbûyî tê meşandin hişyariya êrîşa artêşa Sûriyeyê li dijî çekdarên opozîsyonê li parêzgeha Idlibê da ku di encamê de dê 700 hezar welatiyan şerpeze bike.

Amadekariyên rizgarkirina devera Hecîn û xalên hevbeş di navbera QSD'ê û artêşa Îraqê de

Girêdayî çalakiyên leşkerî yên QSD'ê li gundewarê Dêrazorê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyon amadekariya rizgarkirina baregeha dawî ya DAIŞ'ê li rojhilatê Sûriyeyê dike". Rojnameyê diyar kir ku Koalîsyona Navnetewî ya li dijî rêxistina DAIŞ'ê amadekariya şerê herî girîng li nêzî sînorên Îraqê dike, ango amadekariya şerê El-Hecîn dike ku têde bêtirî 1000 çeteyên DAIŞ'ê bi cih bûne. Ev devera herî dawî di destên çeteyên DAIŞ'ê de maye.

Rojnameyê li ser navê berdevkê Pentagon Shawn Robertson wiha got: "Şerê Hecîn dibe ku bi nêrîna Koalîsyonê dawiya hebûna DAIŞ'ê be û dibe ku rêxistina DAIŞ'ê bi temamî tune bike." Her wiha diyar kir ku hevbendiya di navbera Koalîyonê û QSD' de destkeftiyan zêde dike û amadekariya qonaxa sêyemîn û dawî dike.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de diyar kir ku QSD'ê û artêşa Îraqê xalên hevbeş li ser sînor ava kirine her wiha ragihand ku 418 çete di nava wan de 16 emîr (serçete) hatine kuştin û 29 çeteyên din jî bi saxî hatine girtin.

Çeteyên El-Nusra êrîşî devereke nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin û pevçûn li Siwêda didomin

Girêdayî rewşa li parêzgeha Siwêda, rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Nusra êrîşî gundewarê bakurê Laziqiyê kir û pevçûn li gundewarê Siwêd berdewam in". rojnameyê diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra bi armanca dagirkirina gundê El-Seraf a nêzî sînorên Tirkiyeyê ku weke deriyê ber bi bajaroka Rebîha ya stratejîk ve tê destgirtin êrîşek pêk anî. Çavkaniyekî leşkerî ji ragihand ku çekên giran ên artêşa Sûriyeyê rê li pêşiya êrîşa çeteyan girt.

Li başûrê Sûriyeyê jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku li aliyên çolistana rojhilat û bakurrojhilatê Siwêda şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdaran de berdewam in.

Siûdiyê navbênkariya ji bo çareserkirina aloziya wê bi Kanada re red kir

Girêdayî aloziya dîplomasî ya di navbera Siûdiyê û Kanada de rojnameya El-Ereb diyar kir ku Siûdiyê deriyê navbênkariyê ji bo çareserkirina aloziya dîplomasî ya di navbera wê û Kanada de digire.

Îran gefa qedexekirina derçûnên petrolê dixwe

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku Îran li hemberî cezayên Amerîka derdikeve û gefa qedexekirina derçûnên petrolê dixwe û got ku helwesta rêveberiya Amerîka ya ferzkirina cezayan li ser Îranê ne pêkan e.

Rojnameyê her wiha ragihand ku parlemana Îranê derbeyek li hikûmeta serok Hesen Rohanî daye ku dê baweriyê ji Wezîrê Kar vekişîne û di vê derbarê de 129 parlemanteran daxwaza rakirina Wezîrê Kar erê kirin.

Îran bi kaxeza tengava Hirmiz li hemberî cezayên Amerîka derdikeve

Rojnameya El-Ereb jî diyar kir ku Îran careke din kaxeza tengava Hirmiz li ba dike û li navbênkaran digere. Rojnameyê destnîşan kir ku Îran ji bilî kaxez tengava Hirmiz nikare li hemberî cezayên Amerîka derbikeve û gefan dixwe ku dê tevgera gemiyên petrolê qedexe bike.

Girêdayî mijarên Lubnanê û xebatên avakirina hikûmeta Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku hin alî guman dikin tevliheviyek di şêwrên hikûmetê de pêk were. Serokkomar Mîşêl Ewn jî girêdana derengmayîna avakirina hikûmetê bi pêşbirkiya serokatiyê ve red kir.

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Ereb diyar kir ku Heyder Ebadî li hemberî daxwazên fermandarên tabûrên Şîayî rû bi rû ye, nemaze ji ber cezayên li ser Îranê.