Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin

Şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin û Şehbayê bi cih bibin, piştî 3'ê mehan ji çandina mewsima havînê hilberînan berhev dikin û sûd jê digirin. Ji bo 30  malbatî jî çavkaniya debara jiyanê ye.

Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
Şêniyên Efrînê ji keda xwe sûd digirin
9 tebax, 2018   07:23

FÎDAN ABDULLAH/ŞEHBA

Piştî dagirkirina Efrînê di 18'ê Adara borî ve ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bûn.

Şêniyên herêma Şehbayê, pêşwaziya şêniyên Efrînê kirin û bi derfetên xwe alîkariya wan kirin. Şêniyên Efrînê ji destpêka bi cihbûna wan li herêmê dest bi çandina zebze kirin.

Şêniyan bi çavdariya Tevgera Civaka Demokratîk, di du projeyên cuda de, dest bi çandina sebze û fêkiyan kirin. Firehiya her projeyekê 60 hiktar e. Şêniyan sebzeyên havînê weke bacanên reş, zebeş, petîx, îsot, kondir, bamî, bacanên sor û hwd çandin.

Niha şênî berhemên xwe berhev dikin. Zêdetirî 30'î kesî di xebatên berhevkirinê de kar dikin.

Karker di demjimêrên sibehê yê destpêkê dixebitin.

Hilberîn rojane bi rêya komînan li ser şêniyên Efrînê li gund û deverên Şehbayê belav dikin û her wiha li kampên Berxwedan û Serdemê jî tê belavkirin.

Têkildarî vê mijarê, welatiyê bi navê Zekî Necar yek ji karkerên projeya çandiniyê ye, diyar kir ku wan bi derfetên xwe zeviyên çandiniyê peyda kirin, ji bermahiyên DAIŞ'ê paqij kirin û bi alavên çandiniyê yên heyî jinûve bi sebze û fêkiyan çandin.

Her wiha Zekî tekez kir ku ew niha ji bo çandina sebze û fêkiyên zivistanê dê bixebitin.

(şx)

ANHA