Şaredariya Tirbespiyê daxwazên şêniyan bi cih tîne

Şaredariya Ge l a navçeya Tirbespiyê hinek ji daxwazên şêniyên navçeyê bi cih anîn, wekî veguhestina cihê sergo, kolandina bîran. Niha jî şaredarî rêzeprojeyên xizmetguzariyê mîna sererastikirina toreya kanalîzasyonê û qîrkirina riyan amade dike.

 Şaredariya Tirbespiyê daxwazên şêniyan bi cih tîne
9 tebax, 2018   07:02

KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Di van demên dawî de piştî rexneyên şêniyan ji ber bihna qirêj, şaredariya Tirbespiyê cihê sergo veguhest cihê ku li gorî şertên hawirdorê ava kirî, kir. Her wiha Buroya Jin a Şaredariyê bi hemleyek paqijkirina sûka navendî, pir û çem ji gemarê rabû.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li navçeyê, şaredarî di van demên dawî de, 3'ê bîr di nav baxçeyên navçeyê(Baxçeya Ş.Warşîn, 12 Adarê û Baxçeya Jin) koland. Her wiha şaredarî dar di nav wan baxçeyan de çand. Şaredarî li ser rexne û daxwaza şêniyên navçeyê ji bo pirsgirêka firinan û nebaşbûna nan, mudaxele kir û ew pirsgirêk çareser kir.

Ji bo xebatên din ên xizmetguzarî proje hene

Piştî ku Meclisa Kantona Qamişlo, 25 milyon lîreyên Sûriyeyê ji bo Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê veqetand, şaredarî di demên dawî de amadekariyên pêşkeşkirina projeyên xizmetguzariyê dike. Ji wan projeyan sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li taxa El-Colan û li ser dirêjahiya El-Muheleq ê başûr. Sazkirin riyan û qîrkirina wan.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Sûad El-Hisên destnîşan kir ku wan ji bo diyarkirina riyên ku pir ziyan dîtine, komîteyek ava kirine û dê di demek kurt de werin qîrkirin.

Ji aliyekî din ve jî, Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê amadekariyên vekirina baxçeyekê li nêzî depoya Fransî li navenda navçeyê dike. Her wiha amadekariyên avakirina çerxeriyekê li rojhilatê navçeyê jî dike.

Her wiha ji bo çareserkirina qerebalixa tirafîkê, şaredarî projeya veguhestina geraca gundan li derdora navçeyê nîqaş dike.

Komîteyên tenduristî û kontrolkirinê ji bo parastina tendrûstiya welatiyan, rojane di nav navçeyê de digerin û çavdêriya madeyên xwarinê dikin.

(şx)

ANHA