'Tecrîd tedbîreke zulmkar berûvajî hemû pîvanên navnetewî ye'

Parêzer û hiqûqnasên navçeya Girkê Legê tecrîda hikûmeta Tirkiyeyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ev tecrîdeke zulmkar e û armanca wê rêgirtina li pêşiya belavbûna demokrasiyê ye. Her wiha ji bo azadiya Ocalan banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.

'Tecrîd tedbîreke zulmkar berûvajî hemû pîvanên navnetewî ye'
9 tebax, 2018   06:46

LÎNA JANGÎR / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda hişk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmarlî de didomîne. Evan kirinên Tirkiyeyê çînên civakî ji ber tenduristiya Ocalan xemgîn kirin.

Girêdayî mijarê parêzer û hiqûqnasên navçeya Girkê Legê bi riya ajansa me ANHA'yê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan banga bilindkirina têkoşînê di hemû aliyan de kirin. Her wiha diyar kirin ku evan tedbîrên tecrîdkirinê yên dewleta Tirk berûvajî hemû pîvan û zagonên navnetewî ye.

'Tecrîd tedbîreke zulmkar der heqê girtiyekî siyasî de ye'

Parêzer Muhsên Elawî destnîşan kir ku siyaseta niha ya dewleta Tirk girêdayî tunekirina hemû rikberan e, da ku rêjîma xwe ya netewperest û dîktator biparêze.

Elawî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û qedexekirina serdanên xizm û parêzerên wî berûvahî hemû qanûnên navnetewî û qanûna mafên mirovan e û qanûna navnetewî ya taybet bi mafên girtiyên siyasî binpê dike û wiha got: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tedbîreke zulmkar der heqê girtiyekî siyasî de ye. Armanca wê şikandina îradeya Rêber Ocalan e da ku rê li pêşiya peywendiya wî bi gel re bigire û belavbûna fikra demokratîk qedexe bike."

Elawî diyar kir ku ev siyaseta tecrîdkirinê derveyî hemû qanûnên navnetewî tê meşandin û bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdana xwe bikin û bi berpirsyarî li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin tevbigerin.

'Tecrîdkirin sûcekî dijmirovahî ye'

Çalakvanê hiqûqî û endamên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Ebas Samî kirinên dewleta Tirk der heqê Rêber Ocalan de bi destdirêjiya li dijî aştî û îradeya gelan û jiyana hevbeş bi nav kir û weke sûcekî dijmirovahî girt dest.

Samî di berdewama axaftina xwe de got ku destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî Rêber Ocalan ji roja destpêkê ya girtina wî vet ê meşandin û diyar kir ku girtina wî di girava Îmraliyê de bi serê xwe binpêkirineke qanûnên navnetewî ye û wiha domand: "Ji dema ku Rêber Ocalan hatiye darizandin ve dewleta Tirk hemû qanûnan binpê dike û peywendî û hevdîtinên Ocalan bi parêzer û malbata wî re qedexe dike. Tevî ku qanûna Tirkiyeyê bi xwe vî mafî diparêze."

 Samî da zanîn ku ji 11'ê Îlûna 2016'an ve hikûmeta Tirkiyeyê bêtirî 586 daxwaznameyên serdana Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de red kirin û rexneya helwesta Komîteya Dijîşkenceyê ya girêdayî Yekîtiya Ewropa kir ku der barê vê tecrîda li ser Ocalan ku ev 7 sal in berdewam dike, tevnegeriye û ti hevdîtin bi Ocalan re nekirine da ku raporekê derbarê tenduristiya wî de derbixîne.

Divê parêzer û hiqûqnas bi berpirsyariyên xwe yên qanûnî rabin

Samî di berdewama axaftina xwe de bang li hemû parêzer û hiqûqnasan kir ku kirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de riswa bikin û wiha anî ziman: "Divê em helwesta xwe ji raya giştî re eşkere bikin ku evan kirinên dewleta Tirk ên der heqê Rêber Ocalan de berûvajî pîvan û qanûnên navnetewî yên girêdayî girtiyên siyasî ne."

Li gorî Samî evan destdirêjiyên Tirkiyeyê hejmareke rêgezên sereke yên taybet bi danûstandina bi girtiyan re yên Konseya Giştî ya Netewên Yekbûyî binpê dike û wiha bi bîr anî: "Dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Ocalan, paragrafên 1-2-3-4-5-6 ên rêgezên bingehîn a danûstandina bi girtiyan re ku Konseya Giştî ya Netewên Yekbûyî di 11'ê kanûna 1995'an de biryar wê girtiye, binpê dike."

Di naveroka van rêgezan de wiha tê diyarkirin:

1-Divê danûstandina girtiyan bi rêzdarî û bi rûmet were kirin.

2-Divê ferq û cûdahiyê nexwin navbera girtiyan li ser bingeha etnîk an reng.

3-Divê rêzdarî ji baweriyên olî û rêgezên çandî yên girtiyan re were kirin.

4-Mafê hemû girtiyan li gorî qanûna mafên mirovan û azadiyên sereke yên li gorî qanûna navnetewî ya mafê mirovan pêk were.

Çalakvanê hiqûqî û parêzer Ebas Samî di dawiya axaftina xwe de bang li  hemû parêzer û hiqûqnasan, nemaze rêxistinên hiqûqî yê nanvnetewî kir ku li hemberî van destdirêjiyên dijdemokratîk û derexlaqî derbikevin û asta têkoşîna mafdarî û demokrasiyê ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Ocalan bilind bikin."

ANHA