Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe

Li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê di van demên dawîn de piştî ku Şaredariya Gel hewcedariyên pêwîst pêşkêş kirin, di warê avahîsaziyê de pêşketinek pêk hat. Di encamê de derfetên kar jî ji gelek welatiyan re peyda bûn.

Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
Piştî aramiyê li Amûdê avahîsazî bi pêş ve diçe
5 tebax, 2018   07:25

EHMED SEMÎR – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Xebatên avakirina avahiyan li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji ber rewşa li herêmê heta asteke bilind rawestiyabû. Piştî ku ewlehî û aramî hate peydakirin û bi hezaran welatî ji deverên cuda yên Sûriyeyê berê xwe da Rojava, li Amûdê bi armanca çareserkirina pirsgirêka niştecihbûnê di van demên dawîn de avakirina avahiyan zêde bûye û avahîsazî li gorî pîvanên ku Buroya Pîşesaziyê ya Şaredariya Gel diyar kirine, gelekî bi pêş ketiye.

Yek ji sedemên pêşketina rewşa avahîsaziyê li navçeya Amûdê li gorî avahîsazan ew e ku madeyên avakirinê li gorî salên borî erzan bûne.

Bi armanca parastina welatiyan, Şaredariya Gel ji bo avakirina xaniyan pîvanên xwe diyar kirin. Piştî ku welatî belgeyên xwe yên milkiyetê pêşkêş dikin, Buroya Pîşesaziyê ya Şaredariyê cihê ku dê xanî yan avahî tê de were avakirin, lêkolîn dike. Buroyê her wiha ji bo avakirina avahiyan çêkirina jêrzemînekê wek merc ferz dike da ku di rewşên awarte de niştecihên avahiyê xwe bispêrin van jêrzemînan.

Li gorî şaredariyê ji mafê welatiyan e ku tenê 3 tebeqeyan ava bikin û li ser rêya sereke ya di navbera Qamişlo-Amûdê û Dirbesiyê-Amûdê de çar tebeqeyan ava bikin.

Buroya Pîşesaziyê gelek hêsaniyan pêşkêş dike û alîkariya welatiyan dike, wekî çêkirina kanalîzasyon û sererastkirina rê û kolanan û toreya ava vexwarinê.

Karkerên avakirina avahiyan ên navçeya Amûdê diyar kir ku xebatên wan gelekî ji salên borî baştir in û ew avahiyan li gorî plan û pîvanan ava dikin. Kamîran Cizîrî ku pisporê siwarkirina seramîkê ye, wiha got: "Kar baş e û buhayê madeyên avakirinê û madeyên pêwîst jî li gorî salên borî erzan bûye." Cizîrî diyar kir ku gelek dost û hevalên wî koçber bûne û piştî ku derfetên kar li vir zêde bûne, gelek ji wan vedigerin.

Cizîrî girêdayî geşbûna avahîsaziyê di van demên dawî de, got ku sedema sereke ew e ku aramî û ewlehî bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê peyda bûye û sedema duyemîn jî ew e ku bi hezaran welatiyên herêmên din ên Sûriyeyê berê xwe didin herêma Cizîrê û pêwîstî bi niştecihkirina van welatiyan zêde bûye.

ANHA