DAIŞ'ê rehîneyeke ji Siwêda kuşt

Çeteyên DAIŞ'ê ragihandin ku wan îro rehîneyeke ku ji Siwêda yê başûrê Sûriyeyê di êrîşa xwe ya 25'ê Tîrmehê de revandine kuştine.

DAIŞ'ê rehîneyeke ji Siwêda kuşt
5 tebax, 2018   06:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Siwêda 24" ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê ciwanekî 19 salî ku di nava 35 kesan de ku piraniya wan jin û zarok in weke rehîne di 25'ê Tîrmehê de ji gundekî Siwêda revandibûn, îro kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ji aliyê xwe ve piştrast kir ku çeteyên DAIŞ'ê yekemîn rehîne ji dema êrîşa ku têde 265 welatî hatibûn kuştin ve kuştiye.

Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Tîrmehê de li dijî Siwêda êrîşek pêk anî û di encamê de 265 welatiyên sivîl hatin kuştin û 14 jin û 16 zarok jî ji gundê El-Şebkî revandin.