Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê

Welatiyên deverên başûrê herêma Cizîrê daxwaza xizmetguzariyên pêwîst ên wekî kanalîzasyon, ava vexwarinê û paqijiyê dikin. Nemaze ji ber ku budçeya şaredariyên nû nehatiye veqetandin. Meclisa Rêveber a Komîteya Şaredariyan piştrast kir ku ew ji bo veqetandina budçeya şaredariyên nû di nava xebatan de ne.

Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê
Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê
Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê
Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê
Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê
Ji ber ku budçeya şaredariyan nayê veqetandin xizmetguzarî pêk nayê
5 tebax, 2018   07:45

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Deverên başûrê navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê û bi taybet deverên nû ji destên çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, ji ber kêmbûna xizmetguzariyên sereke astengiyan dikişînin. Bi armanca vejandina van deveran, piştî hilbijartinên dawîn ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li van deveran gelek şaredarî hatin avakirin.

Lê ev şaredariyên nû hatine avakirin hê jî budçeyeke wan a taybet nehatiye veqetandin û di encamê de hê jî nikarin xizmeta welatiyan bikin.

Sergo zêde dibe û kanalîzasyon têk çûne

Yek ji van şaredariyan Şaredariya Ebû Ferih a başûrê Tirbespiyê ye. Welatiyên bajarok daxwaza aktîfkirina şaredariyê dikin da ku pirsgirêkên welatiyan bêne çareserkirin. Welatiyê bi navê Ebas Salih diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê binesaziya bajarok têk biriye û bang li aliyên têkildar kir ku di demeke lezgîn de kanalîzasyonê sererast bikin û xizmetguzariyên sereke yên wekî peydakirina ava vexwarinê ji welatiyan re pêk bînin.

Endamê Şaredariyê Mehmûd El-Helo destnîşan kir ku wan gelek giliyên welatiyan ên der barê kanalîzasyonê de wergirtine, nemaze ji ber ku li hemberî tenduristiya giştî ya welatiyên bajarok metirsiyek e.

Diyarkirina budçeya şaredariyan

Hevseroka Şaredariya Gel a bajaroka Ebû Ferih, Menal El-Helo destnîşan kir ku budçeya şaredariya wan hê jî nehatiye veqetandin û got ku ew ji bo baweriya gel wergirin di nava xebatan de ne û bang li Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo kir ku di demeke lezgîn de budcçeya şaredariya wan veqetînin da ku bikarin xizmeta welatiyan bikin.

Endamê Rêveberiya Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif piştrast kir ku ji bo veqetandina budçeya van şaredariyên nû hatine avakirin ew di nava xebatan de ne û dê hemû pêdiviyên sereke ji wan re peyda bikin da ku karibin xizmeta welatiyan bikin û pirsgirêkên van deveran çareser bikin.

ANHA