ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-08-2018
1 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Komîteya Lihevanînê ya Bilind a Herêma Firatê piştî heft salan, pirsgirêka di navbera malbateke ji Kobanê û malbateke ji bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo çareser dike. Lihevanîn wê li navçeya Şêran a Kobanê pêk were. Saet 10:00(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG`ê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijle ya Kobanê oxir dikin. Saet 18:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cenazeyê şervanê QSD‘ê Furat Cezra yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li mezara Şehîd Xidir Hemada bi merasîmekê tê veşartin. Saet 14:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Leşker û çeteyên artêşa tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên ne mirovî li dijî sivîlên Efrînê didomînin, ji talankirin, revandin, lêdan ta îşkencekirina kesên bi temen. Serpêhatiya Apê Seydo  yê 83 salî û Ezedînê Moskê yê 95 salî mînakên ber bi çav ên van binpêkirinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên Efrînê yên li herêma Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê perwerdeya xwe temam kirin, sala perwerdeyê ya 2017-2018 qedandin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi vê mebestê amadekariyên lidarxistina şahiyekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê xwe di nava komînan de bi rêxistin kirine û tedbîrên xweparastinê girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi sedema qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta tirk ve, radeya ava çemê Firatê û ava bîran kêm dibe, ev yek jî metirsî li şorbûa axê û paşketina çandiniyê çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Ednan ji beriya 15 salan ve di meştelê de kar dike, bi şaredariyê re dibe alîkar û şitilan li kolan û parkan diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî ku dewleta tirk dagirker rê li ber cotkdarên gundên Eyn Dîwar girtin û nehişt zeviyên xwe biçînin, cotkdaran li gundên din çandinî  berdewam kirin da ku beşek ji windahiyên xwe tawîz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê parka "Şehîd Nalîn Mûş" vedike. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê biryarên ku di konferansa duyemîn de hatin girtin pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarê Kobanê Rêxistina Sara bi armanca bilindkirina asta zarokan û pêşxistina wan di aliyê ziman de dewreyeke perwerdeyê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Bepirsyarê Rêxistina (PYD) ya Kantona Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm got ku dagirkeriya tirkiyê bi hikûmetên mêtîngerên Kurdistanê li ser tunekirina kurdan û binpêkirina projeyên demokratîk li hev kirine û destnîşan kir ku ji bo pîşîgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê lidarxistina Kongreya Netewî çare ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên bajarê Helebê yên di partiya Sûriyeya Pêşerojê û MSD‘ê de cih digrin rûniştina aliyên siyasî yên Sûriyê û nûnerên gelê Sûriyê bi hemû beş û pêkhateyên wê li ser maseya mûzakeriyên çareseriya aştiyane ya aloziya Sûriyê, bêyî mûdaxeleyên derve gaveke girîng nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî hilweşîna diktatoriya Sedam Husên li Iraqê, dîsa rola kurdan û doza gelê kurd derket pêş. Di sala 2013`an de piraniya herêmên Kurdistanê, Şengal jî di nav de, hatin rizgarkirin û pêşmerge ketin wan herêman. Şengal jî bû yek ji herêmên ku hikumeta Bexdayê û ya Kurdistanê li ser li hev nekiribûn. Di encama siyasetên desthilatdarî, paşguhkirin û pişaftina vîna civakê de êdî ji bo Şengalê û niştecihên wê senaryoyên komkujiyê dihatin amadekirin. Di encamê de di roja 3’yê Tebaxa 2014`an de gelê Şengalê di serdema nû ya mirovahiyê de rastî komkujiya herî mezin hat. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

- Di çalakiyên hefteya çandê de ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a katona Efrînê ve hatiye organîzekirin, pêşengehek alavên kevin li gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê tê vekirin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA