Şengal; ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve-2 

Piştî hilweşîna diktatoriya Sedam Husên li Iraqê, dîsa rola kurdan û doza gelê kurd derket pêş. Di sala 2013`an de piraniya herêmên Kurdistanê, Şengal jî di nav de, hatin rizgarkirin û pêşmerge ketin wan herêman. Şengal jî bû yek ji herêmên ku hikumeta Bexdayê û ya Kurdistanê li ser li hev nekiribûn. Di encama siyasetên desthilatdarî, paşguhkirin û pişaftina vîna civakê de êdî ji bo Şengalê û niştecihên wê senaryoyên komkujiyê dihatin amadekirin.

Şengal; ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve-2 
1 tebax, 2018   04:20

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî lihevhatinên di navbera her du hikumetên li Iraqê de û erkdariyên leşkerî û ewlekarî di navbera pêşmergeyan û polîsên federal ên Iraqê de hatin dabeşkirin, welatiyên Şengalê hêvî dikir ku dê jiyan wan ewle bibe û dê ji êrîşan dûr bikevin, hêvî dikirin ku demên erebkirinê, guhertina demografyayê û pişaftina çandî û civakî û kuştina bi sedemên olî, derbas bûn.

Lê ev rewşa ewlehiyê dewam nekir, di sala 2007’an de terorîstên xwecih li navenda bajarokên Sîba Şêx û Til Izêrê komkujiyên hovane pêk anîn, di encamê de piraniya her du bajarokan hatin rûxandin û bi sedan welatiyên êzidî jiyana xwe ji dest da. Wê demê derdorên êzidî û hin aliyên kurd diyar kir ku ev komkujî bi piştgiriya hin rayedarên hikumeta Iraqê û yên PDK`ê pêk hatiye, da ku karibin Şengalê bi temamî bixin bin desthilatdariya xwe.

Komkujiya sedsalê ya 3`yê Tebaxê 2014`an, çima û çawa çêbû?

Rêxistina DAIŞ`ê wek rêxistineke terorê li herêmên sunî yên Iraqê derket pêş, di Hezîrana sala 2014`an de DAIŞ`ê bajarê Mûsilê dagir kir û êdî gef li tevahiya cîhanê dikirin. Wê çaxê metirsiyên li ser hebûna kêmnetewe û pêkhateyên olî yên li Iraqê jî her ku diçû zêde dibû.

Di encama liv û tevgera diplomasî ya dewleta tirk de ku bi rêya istîxbarat û çeteyên xwe yên li Mûsil û Herêma Kurdistanê, her wiha di encama hevkariya hikumeta Barzanî, hêzên pêşmerge û yên artêşa Iraqê ji Şengal û Mûsilê vekişiyan, welatiyên herêmê di nava pencên terora DAIŞ`ê de hiştin. DAIŞ`ê jî komkujiyeke ku mînakên wê di dîrokê de nehatine dîtin, pêk anî û bi hezaran sivîl hatin kuştin û revandin.

Çima Şengal û plana komkujiyê çawa hate amadekirin?

Derketina DAIŞ`ê û firehbûna qadên desthilatdariya wê û têketina herêmên kurdan wek bûyereke jinişkave çênebû, lê belê di encama hin plan û hewldanên dewleta tirk û hevkarên wê de, di sala 2013`an derket. Ew hewldan jî yên tunekirina kurdan in, ên ji nû ve avakirina Dewleta Osmanî ya nû ku li ser xwîna gelên herêmê dixwzin ava bikin û dagîrkirina Kerkûk, Mûsil û Helebê bûn.

Di salên 2013-2014`an de herêmên Rojava ji sînorên Efrînê ku li bakurê Helebê ye, heta bajarokê Til Koçerê ku li bakurê rojhilatê herêma Cizîrê ye, rastî êrîşên herî giran hatin ji hêla çeteyên Cebhet Elnusra, DAIŞ û Ehrar El-Şam û bi piştgiriya dewleta tirk û rêxistina Îxwan El-Muslimîn. Her wiha ev herêm ji hemû aliyan ve, aliyên kurd ên başûrê Kurdistanê jî di nav de, ketin bin ambargo û dorpêçeke giran.

Di pêvajoya bihara gelan de kurdan serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistin, her wiha polîtîkayên dewleta tirk û siyasetên wê yên li dijî kurdan hilweşiyan, lewma êrîşên komên çete bi piştgiriya dewleta tirk û hevkarên wê jî li dijî herêmên kurdan zêde bûn. Şengal ji bo wan wek xaleke qels dihat dîtin, her wiha dagirkirina Şengalê dê ji bo çand û dîroka kurdan windahiyeke mezin be û dê kurdan bixe bi dorpêçeke giran. Ji ber ku erdnîgariya Şengalê bûye wekî mertaleke asê ku sînorên rojava û başûrê Kurdistanê diparêze.

Di Hezîrana 2014`an de li paytexta Urdinê Emanê civîneke veşartî hate lidarxistin, nûnerên Tirkiye, PDK, Îsraîl, Erebistana Siûdî û Amerîkayê beşdarî civînê bûn, di civînê de plana DAIŞ`ê ya dagirkirina Mûsilê hate kirin. Jixwe DAIŞ`ê piştî hefteyekê Mûsil dagîr kir û li herêmê dagirkeriya xwe berfireh kir. Paşê di navbera PKD`ê û rayedarên dewlet û istîxbarata Tirkiyeyê de gelek civînên din hatin lidarxistin. Di encamê de hêzên pêşmerge ku hejmara wan nêzî 18 hezaran bûn ji Şengalê vekişiyan û xelkên herêmê di bin pencên DAIŞ`ê de hiştin.

Li aliyê din firehbûna şoreşa rizgariya Kurdistanê li Şengalê ji bo dewleta tirk û kevneperestên kurd û ereb ên Iraqê bû cihê metirsiyê. Wê çaxê Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Êzidî (TEV-DA) bi awayekî veşartî di nava gel de dixebitî û gel bi rêxistin dikir, bi taybet piştî komkujiyên sala 2007`an, ji ber ku baweriya gelê êzidî bi her du hikumetên Iraq û Kurdistanê nemabû, TEV-DA jî bi awayekî veşartî dixebitî û xebatkarên wê jî rastî girtin û astengiyên hikumeta herêmê dihatin da ku tevger di nava civaka êzidî de belav nebe û projeya tevgerê ya xweparastinê pêk neyê.

Roja reş 3`yê Tebaxa 2014, hejmara fermanan bû 73

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Mûsilê dagir kir, êrîşî hin gundên rojhilat û başûrê çiyayên Şengalê kir û gihaştin bajarokê Rebîa yê li ser sînorê Rojava, da ku Şengalê bi tevahî dorpêç bikin û paşê êrîş bikin. Lê DAIŞ di van planan de bi ser neket, ji ber ku Yekîneyên Parastina Gel sînorên Rojava parastin û di demeke kin de bajarokê Ceza yê li ser sînor rizgar kir û xwe gihandin bajarokê Rabîa, bi vî awayê eniya paş a Şengalê parastin. Di şeva 3`yê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşeke berfireh birin ser Şengalê, hêzên artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan jî ku ji 18 hezar çekdaran pêk dihat, tevî çekên xwe yên giran ji Şengalê vekişiyan.

Hin welatiyên Şengalê û hin koman bi dildarî hewl da ku bi çekên xwe yên sivik rê li pêşiya êrîşa çeteyan bigirin û li gundên mîna Girzerk û Sîba Şêx pevçûn çêbûn, lê ji ber ku hejmara wan kêm bû û çekên wan sivik bûn, bi dehan ji wan şehîd bûn. Di encamê de welatiyên herêmê di nîvê şevê de ber bi çiyayên Şengalê ve reviyan da ku xwe ji hovîtiya çeteya biparêzin.

Piştî êş û azareke giran û meşeke dirêj hin welatiyan xwe gihandin çiyê, hin jî ji tî û birçînan di rê de mirin, yên di gundan de jî man, hatin kuştin û revandin. Wan nizanîbû ku hêzên Iraqê û pêşmergeyan ew di nava destên çeteyan de hiştine. Bi hezaran jin û zarokên ku hewl dida ji hovîtiya çeteyan xilas bibin, li wan çolên tirsnak hatin revandin. Li gorî agahiyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li gorî raporên rêveberiya kar û barên êzidiyan, heta niha 43 gorên komî li Şengalê hatine dîtin, hejmara jin û mêr û zarokên hatine girtin gihaştiye 6 hezar û 417’an. Çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Jixwe bi sedan êzidiyên girtî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel ve li Reqa, Minbic û Dêrazorê hatine rizgarkirin.

Komkujiya Şengalê ku di nava civaka êzidî de wek Fermana 73`yan tê pênasekirin, yek ji mezintirîn komkujiyên sedsala 21`an e û li dijî mirovahiyê û pêkhateyên olî komkujiya herî hovane ye. Çeteyan bi awayekî hovane û bi şêweyên kirêt sivîl kuştin, dest avêtin jin û zarokan, jin li bazaran firotin, girtî jî mîna koleyan ji bo kolana xendek û tunelan bi kar anîn, her wiha sivîlên girtî di demên pevçûn û bombebaranê de wek mertalên zindî  bi kar anîn.

(kn/ew)

ANHA