58 ciwanên Hesekê tevlî nava refên YPG`ê bûn

Li Akademiya Şehîd Xebat a YPG`ê 58 ciwanên ji Hesekê ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin, tevlî nava refên YPG`ê bûn.

58 ciwanên Hesekê tevlî nava refên YPG`ê bûn
58 ciwanên Hesekê tevlî nava refên YPG`ê bûn
58 ciwanên Hesekê tevlî nava refên YPG`ê bûn
58 ciwanên Hesekê tevlî nava refên YPG`ê bûn
58 ciwanên Hesekê tevlî nava refên YPG`ê bûn
1 tebax, 2018   05:42

HESEKÊ

Dewreya perwerdeyê ku navê Şehîd Ziyed, lê hatibû kirin, 45 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de, dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek hate lidarxistin.

Hejmarek şervan û fermandarên YPG`ê, Hêzên Asayîşê, şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasm bi tûraneke leşkerî dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPG`ê Delîl Şoreş qedandina dewreyê li endaman pîroz kir û got ku parastina welat erkeke ji her kesî tê xwestin û pêwîste endamên perwerdeyê li dijî her êrîşên ku werin kirin amade bin.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sûnda leşkerî xwarin û beşdarî nava refên YPGê. Merasîm bi gerandin gvandê bi dawî bû.

(ekîb/kc)

ANHA