Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir

Şêniyên gundên rojavayê kantona Kobanê di nava metirsiyên ji ber ambargoyê de dest bi berhevkirina berhemên fistiqan kir.

Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
Şêniyên Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir
28 tîrmeh, 2018   12:11

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Herêmên li ser çemê Firatê di aliyê çandina darên fêkiyan de dikevin rêza 3`yemîn li ser asta Bakurê Sûriyeyê. Ev yek ji ber rewşa wê ya hewayê û zeviyên avî ye.

Li kantona Kobanê çandina daran li gundên rojava tê kirin, di serî de jî darên fistiqên helebî. Ji ber ku axa wê ji bo çandina wan daran kêrhatî ye.

Li gorî cotkaran rêjeya çandina darên fistiqan ên bi navê "fistiqên helebî" tên naskirin, li gundewarên rojava zêdetirî 35 hezar daran e.

Berhemên darên fistiqan li gorî lênerîna cotkaran e. Ji ber ku her çi qas cotkar darên xwe av bidin û lê binêrin, ew qasî dê berhemên wan baş bin.

Li kantona Kobanê ji ber kêmbûna barîna baranê bandoreke neyînî li berhemên fistiqan hat. Cotkaran got ku ji ber vê yekê berhemên wan ne baş bûn.

Beriya çend rojan cotkaran dest bi berhevkirina berhemên fistiqan kirin. Cotkar dibêjin kîloya fistiqan dê bi 700 lîreyên Sûriyeyê were firotin lê sala borî kîlo bi hezar û 500 lîreyan dihat firotin.

Cotkarê bi navê Mihemed Seydo got îsal berhemên wan ne wekî salên din in. Seydo diyar kir ku ew ji ber ku dibe nikaribin berhemên xwe derxin derve, di nava metirsiyan de ne.

Ji aliyê xwe ve bazirganê bi navê Welat Nebî Mihemed jî got dê berhemên xwe ji fistiqan depo bikin heta ku herêm ji çemberê derkeve da ku karibin berhemên xwe derxin derve û bi buhayên baş bifiroşin.

(bx/ew)  

ANHA