Meclisa Şehbayê komkujiyên li Til Eran, Til Hasil û Siweydayê şermezar kirin

Bi boneya salvegera 5`mîn a komkujiyên Til Eran û Til Hasilê, Meclisa Kantona Şehbayê daxuyaniyek weşand. Meclisê komkujî şermezar kirin û her wiha komkujiya li Siweydayê jî bi bîr anî û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Meclisa Şehbayê komkujiyên li Til Eran, Til Hasil û Siweydayê şermezar kirin
28 tîrmeh, 2018   12:24

ŞEHBA

Bi boneya salvegera komkujiyên Til Hasil û Til Eranê, Meclisa Şehbayê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de meclisê komkujiya li Siweydayê jî bi bîr anî û şermezar kir.

Di daxuyaniyê de destpêkê şehîdên komkujiyên berî 5 salan bi destê çeteyên El-Nusra, DAIŞ, Lîwa Tewhîd, Buhara Erebî, Fecir Îslam, Tabûra Selaheddîn, Azadî û çeteyên dewleta tirk pêk hatin û tê de bi dehan sivîlên bajarokên Til Hasil û Til Eran ên girêdayî Helebê hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Di daxuyaniya meclisê de wiha hate gotin: "Dewleta tirk bi serkêşiya kujer Erdogan ev çend sal e ji şoreşê her dixwest bi kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê li Sûriye û herêmê bigihîje xewnên xwe yên dagirkeriyê û vî welatî parçe bike."

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji bo ku ev kujer armancên dagirkeriya xwe bigihînin serî, çete ava kirin û destek da wan û dest bi komkujiyan kir da ku herêmê ji niştecihên xwe yên resen vala bike û guhertineke demografîk pêk bîne. Ji ber vê jî li Til Hasil, Til Eran, Qamişlo û herî dawî li Siweydayê çeteyên girêdayî wê komkujiyên mezin pêk anîn û di encamê de bi sedan sivîlan, ku piraniya xwe zarok û jin bûn, jiyana xwe ji dest da. Ne tenê ev, lê belê cihên ku vala kirin çeteyên xwe li şûna wan bi cih kirin."

Meclisa Kantona Şehbayê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji bo hemû malbatan xwest û ji bo bêdengiya saziyên mirovî û navneteweyî nerazîbûna xwe anî ziman û got ku ev sazî ne li gorî zagon û pîvanên navdewletî tev digerin da ku hesab ji berpirsyaran were pirsîn.