Rojavayê Deraayê û Cisir El-Şixûr bi dijwarî têne topbarankirin

Bombebaran û topbarana li ser herêmên rojavayê Deraayê yên di bin dagirkeriya çeteyên Ceyş Xalid Bîn Welîd de, didome. Her wiha beşa çaremîn ji koçberên Deraayê gihaşt rojavayê Hemayê û ji wê derê dê ber bi bakurê Sûriyeyê ve biçe. Li Idlibê jî hêzên rêjîmê topbarana li ser Cisir El-Şixûr zêde kir.

Rojavayê Deraayê û Cisir El-Şixûr bi dijwarî têne topbarankirin
28 tîrmeh, 2018   11:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê topbaran û bombebarana li ser herêmên gundewarên Deraayê yên ku di bin dagirkeriya çeteyên Ceyş Xalid Bîn Welîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê de mane, didome.

Balafirên şer deverên ji bajarokên El-Şecera, Abidîn, Nafa, Cemle û deverên din ên ku di bin dagirkeriya çeteyên Ceyiş Xalid Bin Welîd de topbaran û bombebaran kir. Her wiha topbarana ji aliyê hêzên rêjîmê ve û şerê di navbera her du aliyan de didome.

Navendê diyar kir ku beşa çaremîn ji koçberên Deraayê ber bi bakurê Sûriyeyê ve diçe. Çavdêr got îro di saetên berbanga sibê de 10 otobus gihaştin korîdora Keleha El-Medîq a bakurê rojavayê Hemayê. Di otobusan de zêdetirî 450 kesên ku lihevkirin red kirine, hene. Guhertina otobusan çêbû û karwan rêya xwe ber bi Idlibê ve didomîne. Bi vê yekê hejmara koçberan dibe 9 hezar û 880 kesên ku ji Quneytera û Deraayê ber bi bakurê Sûriyeyê ve diçin.

Li Idlibê hêzên rêjîmê şeva Înê deverên rojavayê gundewarên bajarê Cisir El-Şixûr bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha herêmên Cisir El-Şixûr ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin. Di encama wê de zêdetirî 5 zarok û jinan birîndar bûn.

Li aliyê başûrê Sûriyeyê hêzên rêjîmê bi saya lihevkirinên Rûsyayê bi komên çekdar re û derxistina kesên ku lihevkirin red kirin, ber bakurê Sûriyeyê ve bi awayekî lez pêşve diçin.

Di demên dawîn de têkilî li ser hevpeymana di navbera Rûsya û Îsraîlê ya li ser başûrê Sûriyeyê çêbûn. Şandeyeke rûsî çû serdana Til Ebîb û bi vê yekê balafirên Îsraîlê û Rûsyayê dest bi operasyonên hevbeş li herêmê kir.

Bi nêzbûna ku hêzên rêjîmê başûrê Sûriyeyê bi xwe bin serweriya xwe, rêjîmê dest bi zêdekirina hêzên xwe li ser sînorê Idlibê kir û di nava metirsiyên Tirkiyeyê de dibêje ku wê êrîşî wê bike.

(bx/ew)