Diyardeya derketina maran li Til Hemîs zêde bûye

Welatiyên gundên girêdayî Til Hemîs ên nêzî sînorên di navbera Sûriye û Îraqê de ragihandin ku diyardeya zêdebûna hejmara maran li vê herêmê îsal gelekî zêde bûye.

Diyardeya derketina maran li Til Hemîs zêde bûye
Diyardeya derketina maran li Til Hemîs zêde bûye
26 tîrmeh, 2018   10:39

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Welatiyên gundên girêdayî naveçya Til Hemîs a kantona Qamişlo yên li nêzî sînorên Îraqê diyar kirin ku diyardeya hejmara zêde ya maran îsal li van deveran gelekî zêde bûye û sedema wê jî bi lehiyên dawî yên baranê ve girêdan.

Tê zanîn ku mar di dawiya demsala Buharê û destpêka havînê de ji temara xwe derdikevin û xwarinê ji xwe re peyda dikin. Lê îsal di encama lehiyên barana dawî de hejmara maran li vê deverê gelekî zêde bûye.

Welatiyan diyar kirin ku wan gelek mar li nêzî xaniyên xwe dîtine ku li xwarinê digeriyan û gelek mar derbasî xaniyên welatiyan bûne û hêkên mirîşkan û mişkan dixwin.

Welatiyên van gundan rojane hejmarekî mezin ji van maran dikujin û bi taybet di axir û di nava zeviyên sebzeyan de. Welatiyan diyar kirin ku tevî hejmara zêde ya derketina maran ti welatî bi van maran jehrî nebûne.

Welatiyan diyar kirin ku artêşa Îraqê jî li devera sînor hejmarekî mezin ji maran kuştine.

ANHA