Hejmara qurbaniyên komkujiya Siwêda derket 246 kesan

Hejmara qurbaniyên komkujiya li dijî bajarê Siwêda ya başûrê Sûriyeyê derket 246 kesan û ji ber hejmara zêde ya birîndaran dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Hêzên rêjîmê jî êrîşên xwe li dijî Geliyê Yermûk a rojavayê Deraa berdewam dike.

Hejmara qurbaniyên komkujiya Siwêda derket 246 kesan
26 tîrmeh, 2018   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên komkujiya duh li dijî welatiyên bajarê Siwêda û gundewarê wê derket 246 kesan.

Ev zêdebûna hejmara qurbaniyan ji ber ku gelek kes birînên wan dijwar bûn û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha li gundewarê rojhilat û bakurê bajêr bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kirin û di encama hejmara zêde ya birîndaran de dibe ku hejmara qurbaniyan jî zêdetir bibe. Hate gotin ku gelek kes winda ne û çarenûsa wan hêjî nediyar e.

Duh çeteyên DAIŞ'ê karibûn derbasî bajarê Siwêda bibin û sê êrîşên xwekuj li bazarê, çerxeriya El-Meşneqa û çerxeriya El-Nicmê pêk bînin. Çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de êrîşî gundên El-Mitewenê, Doma û Tîma yên gundewarê Siwêda kirin û di encamê de gelek kes bûn qurbanî û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve hêzên rêjîmê êrîşên xwe li dijî çeteyên Artêşa Xalid Bin Welîd ku dilsoziya DAIŞ'ê dike li herêma Geliyê Yermûk a rojavayê gundewarê Dera û başûrê Quneytera berdewam dike.

Li rex êrîşan hêzên rêjîmê gelek êrîşên ezmanî jî li dijî çeteyan pêk anîn û karibû serweriya xwe li hin deverên herêmê ferz bike. Di encamê de heta niha hêzên rêjîmê nêzî 22 gund û bajarokên herêmê di van 24 saetên dawî de bi dest xwe ve anîne.

Li Quneytera jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên bajaroka Cebate El-Xeşeb de pevçûn hatine rawestandin û hevpeymanek pêk hatiye û hemû çekdarên lihevhatin qebûl nekirine li rex malbatên wan dê ber bi Bakurê Sûriyeyê ve bêne şandin.