Mladînov gihîşt Gaza

Şandeyê Netewên Yekbûyî Nêkolay Mladînov bi armanca şikandina hêrsa di navbera Filestînî û Îsraîliyan de gihîşt Gazayê.

Mladînov gihîşt Gaza
26 tîrmeh, 2018   10:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku rewş şer di navbera tabûrên Filistînê û artêşa Îsraîlê de dijwar bû, bi armanca çareserkirina vê aloziyê Şandeyê Netewên Yekbûyî Nêkolay Mladînov serdana Gazayê kir da ku hêrsa di navbera herdu aliyan de bişkîne.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin ku Mladînov dê bi tabûrên Filistînê re bicive û aramiyekê peyda bike.

Di van hefteyên dawî de gelek buyerên bi hêrs di navbera tabûrên Filistînê û artêşa Îsraîlê de derketin. Balefirên Îsraîlê jî devereke Gazayê armanc girt û di encamê de 3 çekdarên Tabûra El-Qesam a girêdayî Tevgera Hemas hatin kuştin.