‘Konferansê jinên hemû pêkhateyan li gel hev kom kir′

Jinên ku tevlî yekemîn Konfernasa Kongreya Star a kantona Hesekê bûne diyar kirin ku konferansê jinên hemû pêkhateyên nêzî hev kirin û derfet da jinan da ku nerînên xwe bînin ziman.

‘Konferansê jinên hemû pêkhateyan li gel hev kom kir′
‘Konferansê jinên hemû pêkhateyan li gel hev kom kir′
‘Konferansê jinên hemû pêkhateyan li gel hev kom kir′
26 tîrmeh, 2018   10:21

SOZDAR CEMÎL – SILAVA ABULLREHMAN / QAMIŞLO

Duh yekemîn Konferansa Kongreya Star li ser asta kantona Hesekê li salona Beylesan a navçeya Amûdê bi dûrişmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê  em ê şoreşa jinê bikin şoreşa civakî" hate lidarxistin. Bi dehan jinên bajar, bajarok, navçeyên kantona Heskê tev li konferansê bûn.

Di vê çarçoveyê de jinên ku tev li konferansê bûbûn ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Jinan destnîşn kirin girîngiya konferansê ew e ku hemû jin li gel hev kom kirin û derfet da wan ku nerîna xwe bi azadî bînin ziman.

Endama Meclisa Sûriyêya Demokratîk a ji bajarê Serêkaniyê ku bi eslê xwe Şîşanî ye Hamşiya Abdullwehab destnîşan kir ku tevlêbûna wê ji yekemîn Konferansa Kongreya Star  ji berhemên kar û xebatên du sala ne.

Haşmiya diyar kir ku axaftin û nîqaşên di konferansê de hatin kirin pir girîng bûn û li nerîn, pêşniyar û biryarên derbarî pêşxistina karê Kongreya Star guhdar kirin û got ku konferansê jinên hemû pêkhateyan ji şîşan, kurd, ereb û suriyan li gel hev kom kirin û ev yek tê wateya hevgirtina hemû pêkhateyan.

Haşmiya di berdewamiya axaftina xwe de got ew weke jineke şîşanî urf û adatên wan derfet nedidayê ku derkeve dervî mala xwe, lê Kongreya Star derfeta kar dayê û alîkariya wê kir da ku xwe di aliyê fikrî de pêş bixe, her wiha alîkariya wê di aliyê manewî de jî kir. Di dawiyê de Haşmiya bang li hemû jinan kir ku kesayeta xwe xurt bikin û yekîtiya xwe ava bikin da ku bi xwe biryara xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve, Endama Meclisa Serêkaniyê Fadiya Îbrahîm destnîşan kir ku yekemîn Konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê tove yekemîn ji hevgirtina jinên Rojava û tevahî Sûryeyê ye. Her wiha Fadiya got ku konferans pêngaveke ber bi komkirina nerîn û pêkhateyan e.

Fadiya diyar kir ku armanca wan ji tevlêbûna konferansê ew e ku karê jinan, asta zanebûn û rêxisina wê pêş bikeve.

Fadiya di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:ʺEm nikarin bibêjin ku jinê azadiya xwe bi temamî bidest xistiye. Lê ew di rêya ber bi azadiyê ve dimeşe. Hebûna xwe tekez kir. Jinê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîn û berxwedaniya şehîdên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin hemû qeydên li ser xwe şikenand."

Di dawiyê de Fadiya Îbrahîm got ku ew bi hêviye ku jin di  hemû aliyên jiyanê de mafên xwe bidest bixin û di oxira wê de têkoşîn bike.

(bx)

ANHA