Artêşa tirk gundên rojhilatê Kobanê gulebaran dike

Leşkerên artêşa tirk a dagirker gule ber bi gundê Elî Şar ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê ve berdan.

Artêşa tirk gundên rojhilatê Kobanê gulebaran dike
24 tîrmeh, 2018   18:52

KOBANÊ

Leşkerên artêşa tirk a dagirker vê êvarê malên sivîlan û erebeyên li ser riya di navbera gundê Elî Şar hedef girtin. Derbarê ziyanên mirovî de agahî nehatin zanîn.

Şêniyên gundê Elî Şar gotin ku leşkerên artêşa tirk vê sibehê jî gule bi aliyê malên wan ve berdan, bêyî ku ziyan çêbibin.

Hêjaya bibîrxistin,  artêşa tirk car caran gudê Elî Şar hedf digire.

(bb)

ANHA