20 ciwanên Girê Spî tevlî dewreya perwerdeyê bûn

Akademiya Ş.Hozan Can a Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi tevlîbûna  20 ciwanên ji kantona Girê Spî dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

20 ciwanên Girê Spî tevlî dewreya perwerdeyê bûn
20 ciwanên Girê Spî tevlî dewreya perwerdeyê bûn
20 ciwanên Girê Spî tevlî dewreya perwerdeyê bûn
24 tîrmeh, 2018   19:14

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Hozan Can a Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li Girê Spî bi tevlîbûna 20 ciwanan dewreyeke perweredeyê da destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê dê 15 rojan berdewan bike, tê de wê dersên bîrdozî û li ser bi karanîna çekan werin dayîn.

Têkildarî vekirina dewreyê, Cîgerê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî, Sebrî Nebî got ku vekirina akademiyên bîrdozî, bawerî û zanabûna ciwanên ku stûna pêşxistina civakê ne, xurt dike.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber a ciwanan Dilşêr tekez kir ku şerê leşkerî û şerê taybet ciwanan hedef digirin,ji  lewra wan ji bo avakirina ciwanekî/ê azad û zane akademî vekirine.

(şx)

ANHA