Di roja 5‘an de girîngiya şano hate vegotin

Di roja 5‘an a Pêşengeha Pirtûkan de, li ser şanoyê semîner hate dayîn, her wiha kurtefîlmeke li ser perwerdeyên Hêzên Asayîşê hate pêşkêşkirin.

Di roja 5‘an de girîngiya şano hate vegotin
24 tîrmeh, 2018   18:29

QAMIŞLO

Çalakiyên Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Rojava ya ku li hola Zana ya Qamişlo tê lidarxistin, di roja pêncan de didome.

Di çalakiyên îro de, endamên ragihandina ya Hêzên Asayîş û Hêzên Antî- Teror kurtfîlmek li ser perwerdeyê Asayîşê pêşkêş kirin.

Her wiha nivîskar Beşîr Mele Newaf semînerek bi serenavê ‘Şano‘ da. Di semînerê de nivîskar, girîngiya şanoyê di jiyana gelan de, rola wê di perwerdekirina civakê de destnîşan kir. Mele Beşîr destnîşan kir ku di sedsala 19‘an hunera şano li Rojhilata Navîn pêş bû, lê pergalên desthilatdar û kapîtalîzm tevgerên hunderî û çandî asteng dikirn ta civakê li paş bihêlin.

Çalakiyên Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan dê roja çarşemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA