Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê di sererastkirina rêyên sereke yên ku di dema şer de hatibûn rûxandin, berdewam e. Şaredarî bi rêya sererastkirin û çêkirina rêyan dixwaze xemilandina bajêr vegerîne. 

Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
Li Reqayê rêya El-Sace û pira El-Sewami hatin sererastkirin
24 tîrmeh, 2018   11:27

REQA

Komîteya Xizmetguzariyê dest bi sererastkirina rêyên di nava bajarê Reqayê de berdewam e, ji wan jî rêya El-Sace ya ku derdora 3 km dirêj e û rêya pira El-Sewami ku 2 km a taxa Rimêla û her du rê jî dibin rêyên sereke ji bajar re.

Rêveberê daîreya xizmetguzariyê endezyar Mihemed Ebdulqadir El-Xelef axivî û wiha got: Piştî bidawîkirina karê sererastkirina rêya El-Sace û pira El-Sewami, wê kar li ser sererastkirina rêya dikeve navbera kargeha şekir û çerxerêya Hezîma û dê kar berdewam bike, hetanî hemû rêyên sereke û rêyên bi wan ve girêdayî werin sererastkirin.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, saziyên bajar yên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xizmetê ji welatiyên bajar re pêşkêş dikin.

ANHA