2 ciwanên birîndar ên filistînî jiyana xwe ji dest da

2 ciwanên filistînî ku di çalakiyên meşa vegerê ya 14`ê meha borî de birîndar bûn,  jiyana xwe ji dest da.

2 ciwanên birîndar ên filistînî jiyana xwe ji dest da
24 tîrmeh, 2018   11:52

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ragihand ku her du ciwan dema beşdarî çalakiyên meşa vegerê bûn, li Xezayê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest da. Bi van her du ciwanan re hejmara kuştiyan gihaşt 154 kesan ji 30’ê meha borî ve. 

Nûçegihanê me diyar kir ku ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, zêdetirî 350 kes bi giranî birîndar bûne.

(ekîb)