ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2018
23 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ji aliyê QSD‘ê ve bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê hatiye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ramî Zeya David (Karlos) merasîmê sersaxiyê birêxistin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Dêrikê şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo li goristana Şehîd Xebat oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dilşêr Idlibî destnîşan kir ku kaxeza zextê ya Tirkiyê binket, hêzên rêjîmê û Rûsya dê dê careke din herêmên bixin bi otorîteya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên ku dagirkiribûn, bi mebesta tirsandinê rêbazên cuda li dijî sivîlan bi kar di anîn. Li dijî endamên Lîwa 93  a girêdayî rêjîma Sûriyê ku cenazeyên wan li Eyn Îsa di 4 gorên komî de hatin dîtin, çi bi kar anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Siyasî ya Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê destnîşan kir ku projeya opozisyona derve binket, lewra pêwîste bi civînekê heye ku xebatên opozisyona niştimanî ya demokratîk li Sûriyê bibe yek. Weltfê tekez kir ku têkoşîna Meclîs Sûriyeya Demokratîk a avakirina Sûriyeyek demokratîk berdewam e û bi guhertineke radîkal dest dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Hemû tabûrên çeteyan ên Sûriyeyê li herêmên Idlib, Cerablûs û Ezazê hatin komkirin û di serî de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) guman e li van herêman di van rojên pêş de geşedan û pêşveçûnên mezin pêk bîne. Dibe ku ev komên çete li van herêman bêne tunekirin an jî Tirkiye dê bi rêya wan li ser aramiya herêmê û bi taybet li dijî bajarê Helebê gefan bixwe.

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan bi tevlîbûna 90 zarokî, dewreyên perwerdeyê yên mûzîk, stran û şanoyê bi rêve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiyên Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan ku li bajarê Qamişlo hatiye vekirin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji nuqteyeke tibî ku ji bo dermankirina gaziyan hatibû vekirin bû nexweşxaneke ku xizmeta bi hezaran nexweşan dike. Ji ber hewcedarî bi vekirina beşên nû hebû, rêveberiya nexweşxaneyê beşê hinav û zarokan zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema vekirina kampa Mehmûdlî li bakurrojavayê Tebqayê ji ber amadekariyên antêkekê ji bo diyarkirina mîqdara alîkariyên pêwîst tê kirin10 roj din hata paşxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA