Piştî Deraa û Quneytera, Idlib çav li rê ye

Hemû tabûrên çeteyan ên Sûriyeyê li herêmên Idlib, Cerablûs û Ezazê hatin komkirin û di serî de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) guman e li van herêman di van rojên pêş de geşedan û pêşveçûnên mezin pêk bîne. Dibe ku ev komên çete li van herêman bêne tunekirin an jî Tirkiye dê bi rêya wan li ser aramiya herêmê û bi taybet li dijî bajarê Helebê gefan bixwe.

Piştî Deraa û Quneytera, Idlib çav li rê ye
23 tîrmeh, 2018   04:20

EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Di van demên dawîn de pêşketinên mezin li qada Sûriyeyê û bi taybet li başûrê Sûriyeyê rûdan, her wiha welatiyên her du bajarokên Fûa û Kefreya yên şîayî ku ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve hatibûn dorpêçkirin, hatin veguhestin.

Girîngiya şerê başûr

Şerê li başûrê Sûriyeyê ji gelek aliyên navneteweyî û herêmî ve xwedî girîngiyeke stratejîk e. Deraa, ya ku wek dergûşa şoreşa Sûriyeyê tê pênasekirin, deriyê paytextê ji aliyê başûr ve ye û li nêzî sînorên di navbera Sûriye û Urdinê de ye, her wiha ji sînorên bi Îsraîlê re jî nêzîk e. Ango di sêkoşeya Sûriye, Urdin û Îsraîlê de ye.

Ji bo Amerîka û Rûsyayê jî başûrê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û ev mijar di Lûtkeya Helsinkiyê ya di navbera her du serokên Amarîka û Rûsyayê de diyar bû. Li gorî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn artêşên her du dewletan di Sûriyeyê de serkeftî tev digerin. Çavdêr diyar dikin ku Amerîka û Rûsya der barê başûrê Sûriyeyê de li hev kirine û sînorên di navbera Sûriye, Îsraîl û Sûriye û Urdinê de dê vegerin bin serweriya rêjîma Sûriyeyê da ku du mijarên hevbeş mîsoger bikin. Mijara yekemîn ew e ku rêjîma Sûriyeyê hevpeymana 1974'an a bi Îsraîlê re berdewam bike û ya duyemîn jî deriyê aborî yê bi Umanê re vegerîne. Mijara sêyemîn jî komên çekdar û komên çete ji vê herêmê bêne derxistin.

Rêjîma Sûriyeyê bi hevkariya Rûsyayê çalakiya xwe li başûrê Sûriyeyê da destpêkirin û di heman demê de Amerîka ragihand ku ew destwerdanê nake. Tê gotin ku lihevkirineke Rûsî, Amerîkî û Îsraîlî der barê çalakiya niha de pêk hatiye û Rûsya erke lewazkirina îranê li herêmê girtiye ser xwe û wê hewl bide wê ji Sûriyeyê derxe.

Di encama çalakiya leşkerî ya rêjîmê de ya li dijî parêzgehên Deraa û Quneytera binesaziya herêmê hate hilweşandin û gelek ziyan li mal û milkên welatiyan bû. Rêjîmê bi hevkariya Rûsyayê di 15 rojên destpêkê de karibû serweriya xwe li ser jı sedî 75 ji parêzgeha Deraa ferz bike.

Artêşa rêjîma Sûriyeyê niha serweriya xwe li hemû deverên stratejîk û bêtirî ji sedî 90’ê parêzgehê ferz dike û bi lez ber bi parêzgeha Quneytera ve diçe û êdî opozîsyona Sûriyeyê jî başûrê Sûriyeyê ji dest xwe winda dike. Di heman demê de peywendiya di navbera Rûsya û Îsraîlê de girêdayî aloziya Sûriyeyê berdewam dike û Îsraîl dubare piştrast dike ku dê li dijî hebûna leşkerî ya Îranê di Sûriyeyê de tev bigere û Moskov jî hewl dide hêrsa di navbera Îran û Îsraîlê de bişikîne.

Çavdêran ragihand ku niha danûstandin ji bo vegerandina herêma Tenef ango sêkoşeya Sûriye, Urdin û Iraqê tên meşandin.

Idlib û senaryoyên çavlirê

Li bakur jî hevpeymaneke di navbera rêjîmê û opozîsyonê de bi sponseriya Rûsya û Tirkiyeyê pêk hat û di encamê de 7 hezar malbat ji bajarokên Fûa û Kefreya yên şîayî ber bi bajarokê Kelcebrîn a bakurê rojhilatê Helebê ve hatin derxistin û her du bajarok radestî Heyet Tehrîr El-Şam hatin kirin.

Bûyerên di van demên dawîn de li qada Sûriyeyê rûdidin, ango piştî êrîşa rêjîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsya li başûrê Sûriyeyê û hevpeymanên di navbera rêjîmê û komên çekdar de li her du parêzgehên Deraa û Quneytera hatine îmzekirin û di encamê de tabûrên opozîsyonê û komên çete giştî li bakurê rojavayê Sûriyeyê hatin komkirin. Di heman demê de her du bajarokên şîayî yên Fûa û Kefreya jî hatin valakirin û êdî parêzgeha Idlibê û gelek herêmên bakurê Helebê bi temamî ketin bin serweriya komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê. Li gorî çavdêran gelek senaryo li pêşiya Idlibê ne û hin ji van senaryoyan ev in:

Yek ji van senaryoyan ew e ku çarenûsa Idlibê heman çarenûsa Xuta û Deraayê be, ango rêjîm serweriya xwe li vir jî ferz bike û welatiyên wê ber bi deverên din ve koçber bike. Hin çavdêr jî dibînin ku ev nêrîn ne pêkan e, nemaze ji ber ku lihevkirin di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de girêdayî vê mijarê pêk hatine da ku danûstandinên rêya Astanayê neyên hilweşandin. Hin çavdêrên din jî dibînin ku ji bo avakirina herêmeke sunnî ku ji Cerablûsê heta Idlibê xebat tên meşandin û Tirkiye niha dixwaze bajarê Helebê jî li vê herêmê zêde bike. Tirkiye girêdayî vê mijarê hewl dide çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam di nava hin tabûrên din de bihelîne. Evan çalakiyên kuştinê yên li Idlibê di nava rayedarên tabûran de nîşana vê yekê ye.

Hin çavdêrên din dibînin ku derxistina welatiyên her du bajarokên Fûa û Kefreya destpêka hemleya leşkerî ya rêjîmê û Rûsya li dijî herêma Idlibê ye û bi taybet eger Tirkiye hewl bide ber bi Helebê ve biçe.

Guman e di van rojên pêş de li herêmên Cerablûs, Idlib û Ezazê pêşketinên nû pêk werin. Dibe ku komên çete li van herêman bêne tunekirin an jî Tirkiye dê bi rêya wan gefan li aramî û ewlehiya giştî herêmê bixwe.

ANHA